Çavkaniya destan û pirtûkên pîroz: Çiyayê Cûdî

Çiyayê Cûdî ku bîrdariya rûmetê ya Mezra Botan e, bû mijara gelek çîrokan. Mirovan berê li Çiyayê Cûdî li gihayê nemiriyê digeriyan, niha jî li azadiyê digerin.

Dema ku mirov qala Botanê dike, yek ji deverên ku tê bîra mirovan Çiyayê Cûdî ye. Ev çiya her demsalê xwe bi rengekî cuda dixemilîne. Mîna bîrdariya rûmetê ya Cizîr, Şirnex, Silopiya û temamiya Mezra Botan he rli ser piyan e. Vî çiyayê asî û bi heybet di nava metnên dîrokî û pîroz de jî timî cih girtiye.

Kesên hatine çiyayê Cûdî, çîrokên Lawkê Xerîb û Sefîne bihîstine. Ev çîrok digihêje heta dema sumeran. Dibe ku ji wir derbasî nava Tewratê, ji Tewratê jî derbasî nava Quranê bûye. Li gel versiyonên cuda yên vê çîrokê jî, qala hin bûyerên sedema destpêkê ya mirovahiyê dike ku ders jê tê derxistin.

WATEYA HEVPAR A GOTINA SEFÎNE DI ZIMANÊN SEMÎTÎK DE, KEŞTÎ YE

Werin em bi hev re guh bidin çîroka Sefîne û ya defteke ku gerîla di navbera salên 2013 û 2015'an da danîne vê herêmê.

Wateya hevpar a gotina Sefîne di zimanên Semîtîk de, keştî ye. Ev keştî çawa û kengî hatiye vê derê? Gelo ev keştî bi rastî jî dibe ku keştiya Nûh be? Gelê herêmê û Koçeran ji me re qala çîrokên Sefîne û Lawkê Xerîb kirin. Me jî hewl dan di mîtên Sumer de şopên vê çîrokê bibînin.

Li gorî efsaneyê, Qralê Ûrûkê Gilgameş berê ji aliyê tebaa xwe ve gelekî dihate hezkirin. Lê belê quretiya wî ya piştre dikir, kir ku qîmetê Gilgameş li nava gel kêm bibe. Êdî jê nedihat hezkirin û bûbû rêveberekî mirovan êdî îdare nedikir. Gelê Ûrûkê ku ji quretî û daxwaza desthilatdariyê ya Gilgameş gelekî aciz bû, giliyê wî li cem xwedayekî din li cem Anû dike. Li gorî efsaneyê, Xweda Anû li gorî gilî û gazinên gelê Ûrûkê radibe Endîko yê hov û xurt diafirîne ku karibe Gilgameş pê mijûl bike.

GILGAMEŞ LI DIJÎ HÛNBABA BI SER DIKEVE

Endîko ku li qada çiyayî dimîne, xerîbê jiyana li bajêr û şaristaniyê ye. Endîko bi fermana Gilgameş tê Qesrê û li vir tê perwerdekirin. Bi demê re Gilgameş û Endîko dibin dostên hev ên xurt. Biryarê didin ku rojekê bi hev re biçin seydê. Devera ku diçin jî erdnîgariya Bakurê Mezopotamyayê ye ku bi daristanên xwe navdar e. Li vê derê hûtekî bi navê Hûnbaba heye ku daristanê diparêze. Gilgameş û dostê wî Endîko xefikekê datînin ber Hûnbaba û berê wî didin vê xefikê.

Hûnbaba yê dikeve xefikê bi Gilgameş re şerekî mezin dike û di encamê de winda dike. Bi vî rengî Gilgameş ê nûnerê şaristaniyê bi ser dikeve. Endîko ku berê di nava heman şert û mercên Hûnbaba de dima, ji ber serketina Gilgameş kêfxweş dibe. Ji ber ku ew jî êdî mirovekî bajarî ye. Heval û dostê Gilgameş e û di heman demê de maskotê wî ye. Piştî ku Endîko dimire, Gilgameş hem xemgîn dibe hem jî ji tirs mirinê gelekî ditirse.

NAVÊ NÎSÎRÊ DI QURANÊ DE WEKE CÛDÎ DERBAS DIBE

Ji wê rojê û pê ve dikeve nava lêgerîna nemiriye. Ev hewldanên wî, wî digihîne cem Ûtnapîştîm ku ji tofana mezin bi saxî rizgar bû û bi xwarina gihayê nemiriye, nemir bûye. Ûtnapîştîm ku piştre wê di Tewratê de weke Hz. Nûh bê binavkirin, ji Gilgameş re qala serpêhatiya xwe dike. Ûtnapîştîm dibêje ku keştiya wî ancax di roja heftan de li bejahiyê rûniştiye, dema ku sekinî, wî gihayê ku ji binê avê derket xwariye û bi vî rengî nemir bûye. Ji bo vê jî Çiyayê Nîsîrê weke navnîşan nîşan dide.

Cihê ku Ûtnapîştîm jê re Çiyayê Nîsîr dibêje, piştre di ayeta 44'an a Sûreya Hûtê ya Quranê de wiha tê vegotin: "Di dawiya dawî de erd av vexwar! Û ezman ava xwe rawestand. Avê xwe vekişand; karê xwe qedand. Keştiyê jî xwe li Çiyayê Cûdî danîn". Li gorî destanê, Gilgameş piştî rêwîtiya bi rojan, xwe gihand cihê ku Ûtnapîştîm jê re got û gihayê nemiriyê dî. Gilgameş hişyariya Ûtnapîştîm anî bîra xwe û giha yekser nexwar. Lê belê ji ber ku gelekî westiyabû yekser bi xew ve çû û wê kêliyê marekî ew giha xwar.

DOH LI NEMIRIYÊ DIGERIYAN, ÎRO JÎ LI AZADIYÊ

Gilgameş piştî ewqas bûyerên bi serê wî ve hat, digihêje vê hişmendî û tecrûbeyê; tişta ku mirovan nemir dike, ew tiştên li pişt xwe hiştine! Cûdî di zimanê Arî d tê wateya 'cihê xwe dît'. Ev cihê keştiya nû, çima nebe cihê Gilgameş an jî bi gotineke din nebe cihê Lawikê Xerîb? Doh li vê xakê li gihayê nemiriyê digeriyan, îro jî li azadiyê... Mîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, 'Em di destpêka dîrokê de veşartî ne, dîrok jî di roja me ya îro de..."

Dewleta Tirk di vê serdemê de êrîşî erdnîgariya Kurdistanê, dîrok û nirxên manewî yên Kurdan dike. Bi vî rengî nîşan dide bê çiqasî barbar e. Dewleta Tirk ku dîroka xwe bi barbarî derbas bû, tirba Lawikê Xerîb û cihên ku gel ji bo xwe re weke mezre bi kar tîne, talan kir û nîşan da bê şerekî çawa yê qirêj dimeşîne.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan her roj li qadan dike qareqar û dibêje ku wan li Cûdî kevir li ser kevir nehiştine. Erdogan ê ku bi salan e bi navê 'Îslamiyetê' siyasetê dike, mizgefa li Sefîneyê jî xera kir.