Çavdêriya ji Bradostê: Di nav çiyê de behna çiyê

Gerîla ji bo ku erzaqan ji hevalên xwe re bibin bar hazir dikirin. Gerîlayek barê hemû gerîlayên li cem hazir kir û herî dawî barê xwe hazir kir.

Di nav çiyê de bêhna çiyê distînim. Bêhna wan zozanên bihuştî heta bi ser kezaba min diçe. Niha hûn ê bibêjin ma di nav çiyê de bêhna çiyê mirov dikare bistîne? Biya min, erê. Hin bêhn hene nayên gotin. Gotin û yên ku wê werin ser zimên bêkêr dibin. Ti bersivekê ji bo xwe nabînin, weke bêhna çiyê ku ti bersiva xwe nabîne.

Li qada Zerzanê ev bêhn girantir e. Qada Zerzanê qadeke dijwar e. Zerzan, li gorî gotinan êleke li Rojhilat e. Zahir jî serek eşîrê Zerzanê ye Her wiha ji van deran re Qebrazahir tê gotin. Eşîra Zahir bi xwedîkirina ajalan re dilebikin. Li van zozanan di navbeyna leşkerên Tirk û Zahir de şer çêbûye. Dewleta Tirk, ji bo ku ajalanên xwe li van deran diçêrandin, bacê ji Zahir dixwazin. Lê Zahir ji bo ku dibêje li ser erdên xwe bacê nade dewleta Tirk şivanê Zahir dikuje. Zahir jî li ser vê eşîrê li hev dicivîne, vê neheqiyê qebûl nake û şer dike. Di vî şerî de gelek leşkerên Tirk têne kuştin. Zahir jî tê kuştin. Ji bo vê jî ji van deran re Qebrazahir tê gotin. Niha jî gelek gorên êla Zahir li van deran e. Ev bûyer li ser zar û zimanan geriya û heta bi roja îro hat. Gerîla ev ji gundiyan hîn bûne û em jî ji gerîlayan hînî vê bûne û min hewceyî pê dît ku bi we re par ve bikim. Wiha dîrok zindî dimîne.

Hê jî li van herêman li dijî êrîşên dewleta Tirk berxwedaniyek heye û her demê lehengiyek hatiye jiyîn..Di nav van lehengan de Mezlûm, Zeynep û gelek leheng hene ku ji bo van xakan şer kirine. Lehengî ji xwe dan e. Ji xwe dan ne kar û barê her kesî ye…

Her bêhnek li qadên bihiştê min digerîne. Bi vê re carê wiha noq dibim. Belkî ya ku bîranînên min tîne bîra min û vê bêhempatiyê bi min dide hîskirin ev ve. Ji dilê min tê ku bibêjim bîranîn. Carinan hin beşîşîn dilê mirov hînik dikin. Dilê min jî wiha kutkutî. Bi her gavê re ber bi rabirduyê ve çûm û bi giranî bi hilmstaninê min gavên xwe avêtin. Bi her gavê re ber bi kûrahiyê çûm. Ev şiverê ken û ev ken leheng bi bîra min dianîn û şopeke kûr li ser mirov dihêlin…Ji dîrokê heta îro têkoşînê tim dom kir li van çiyayên asê û şoreşgerên ku van çiyan hembêza xwe ji wan re vekirin..

Watedar e ku mirov di van rêyan de, ya ku ev leheng tê re meşiyane, bimeşe û pê li van çiyan bike ku lehengan ew bi nav û deng kirine. Ji bo vê jî ji bo her gava xwe ya li van çiyan û şiverêyan xwe pir bisiûd dibinim. Carinan li pey xwe dinerim, çi vîneke mezin e jiyana li van deran û çendî li van xakan tê tişta ku li van deran tê jiyîn.

Mijarek heye ku bala min dikişine. Jiyana gerîlayên ku mirov hijmetkarî wan dibe û jidiliya wan. Bi rastî jidilî çiye? Paqijî ye, hezkirin, dilsozî, belkî jî razeke ku hê min nav lê nekiriye. Ew pir hij hev dikin û hij vê jiyana xwe. Fedekar in. Gerîla ji bo ku ji hevalên xwe re erzaqê bibin bar hazir dikirin. Gerîlayekî barê hemû gerîlayan hazir kir û herî dawî barê xwe. Barê xwe ji yê gerîlayên dî 3 caran zêdetir girantir kir. Vê fikreke kûr bi min re çêkir. Hijêkirin ne ev e? Ne ji xwe dan e? Ji xwe dan fedekarî ye. Ti kes ne ji bo xwe be tiştekî nake. Lê gerîla herî pir ji bo hevalên xwe dikin. Hijêkirin û jiyan ev e. Bêyî ku mirov li benda tiştekî be jiyana ji kûr ve ye hezkirin…Hijêkirin ji xwe bêhtir keda ji bo yên dî ye.