Çar Partiyên Kurd ji bo piştgiriyê çûn Serdana HDP’ê

Piştî terora destgîrkirin û girtinê ya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan a rojên dawî, çar partiyên Kurd, ji bo piştgiriyê çûn serdana HDP’ê.

Rejîma Erdogan, di 9’ê Cotmehê de li dijî HDP’ê li 9 bajaran operasyonên ku navenda wê Amed e, pêk anîn. Tenê di vê hefteya dawî de sedan kesên ku di nava wan de rojnameger, parêzer, parazvanên mafên mirovan û aktîvîstên jin jî hene, destgîrkirin û ji wan dehan kes girtin.

Li hemberî van êrîşan şandeya ji nunerên partiyên Kurd yên weke Partiya Azadî û Sosyalîzmê, Tevgera Azadî, Partiya Azadî û Mirovan û PDK-Bakur, çûn serdana rêxistina Amed’ê ya HDP’ê. Ev şande ji aliyê parlementerên HDP’ê ve hate pêşwazîkirin.

Her wiha heman şande bi Hevserokê HDP’ê Sezaî Temelî ku li Amed’ê bû re jî hevdîtin pêk anî.

Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê Sînan Çîftyûrek, anî ziman ku ev êrîş û operasyon ne tenê li dijî HDP’ê ne lewre wê piştgiriya xwe ya bi HDP’ê re bidomînin.

Temelî jî kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anî ziman û got: “Me ji sedana we hêz girt. Vê yekê piştgiriyeke mezin da me. Ev operasyonên ku du roj in li Amedê pêk tên, ne tenê li dijî HDP’ê ne, li dijî gelê Kurd in.”

Temelî bi vî rengî dirêjî da axaftina xwe: “Ev operasyoneke li dijî vîna gelê Kurd e, dixwazin vîna gelê Kurd bişkînin. Tenê rêbazek heye ku em bikaribin li dijî van operasyon û êrîşan bisekinin, ew jî hatine gel hev ya me ye. Em dikarin vê yekê ser bixin. Dibe ku di demên borî de kêmasiyên me çêbibin, lê îro li dijî van êrîşên ku li dijî vîn, nasname û hebûna me pêk tên, bi hevparkirina hebûn û îradeya xwe em dikarin li ser piyan bisekinin.”

'ÊRÎŞA LI SER VÎNÊ YE'

Temelî anî ziman ku ev êrîşên pêk tên mirov tenê nikare bi şaredariyan ve bigre dest û bal kişand ser ku ev operasyon li dijî vîna ku dixwaze xwe rê ve bibe ye.

Di dirêjahiya axaftinên xwe de Temelî wiha got: “Li pêvajoyê pêşiya me hilbijartinên xwecihî hene. Desthilatdariyê kampanyaya xwe ya hilbijartinên xwecihî bi van operasyonan da destpêkirin. Ev kampanyayeke ku armanc dike feraseta qayyûm bidomîne. Taybetmendiya herî balkeş ya kampanyaya qayyûm ew e ku li ser hemû fikir û ramanan, asfalt û beton dike.  Ev, kesên ku xwediyê feraseteke betonwarî ku nirx nadin fikir û mirovan e. Lê em ê bi fikirên xwe hebûna xwe bidomînin. Rêbaza vê jî yekbûn e. Ji ber vê ev serdan, serdaneke bi wate ku hêvî dide ye.”

Temelî yê ku xwest rojnameger û siyasetmedarên hatine binçavkirin werin berdan, di berdewamiya axaftina xwe de got: “Lewma hevalên me ne ji ber gunehbarbûna sûçekî, ji ber ku ev vîn parastine hatine girtin.”

Piştî axaftinên Temelî, partiyên Kurd peyamên xwe yên hevgirtin û piştgiriyê dan. Endamê Meclîsa PDK-Bakur Bora Balîn jî anî ziman ku ev operasyon li dijî siyaseta rewa hatine darxistin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ger li hemberî van operasyonan bertekeke xurt naye dayin, dê ev operasyon li dijî partiyên din û derdorên cuda yên civakê jî werin darxistin. Em dubare dikin ku pêşî li siyaseta demokratîk were vekirin û em van operasyonan jî şermezar dikin.”

Serdanê bi çapemeniyê re girtî berdewam kir.