Çalakiyên piştgiriyê yên bi Guven re dewam dikin

Çalakiyên piştgiriyê yên bi Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 86’an a grevê de ye dewam dikin.

Komek ku parlementerên HDP’ê jî di nav de ji bo piştgirîkirina bi Hevseroka KCD’ê Leyla Guven re li pêşiya mala wê kom bûn û çepik û tilîlî lîlandin.

Parlementera HDP’ê Saliha Aydeniz, Mansûr Işik li gel namzetê Hevşaredarê Yenîşehîr a Amedê Bîlgen Dîken jî di nav de bi dehan kes çûn ber bi mala Guven ve ketin meşê, bal kişandin ser greva Guvenê.

Leyla Guven li ber şibakeya malê silav da welatiyên hatine pêşiya mala wê.