Çalakiyên piştgiriya bi Guven re ya li Amedê didome

Komeke ji bo piştgirîkirina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger li pêşiya mala Guven di nava çalakiyê de bûn.

Çalakiyên gireseyî yên ji bo piştgirîkirina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roaj 87’an a greva bêdawî û bêdorveger de ye dewam dike.

Bi dehan kesên ku di nav de Parlementerên HDP’ê Semra Guzel, Remziye Tosûn û Huseyîn Kaçmez li gel Namzeta Hevşaredara Sûrê ya Amedê Filîz Bûlûttekîn jî hebûn ber bi mala Guven ve dest bi meşê kirin. Polîsên ku rê nedan çalakvanan anî ziman ku ji derveyî çepikan fîtik û tilîliyan bidin wê mudaxele bikin. Girseyê jî bi çepikan bal kişand ser berxwedana Leyla Guven a di grevê de ye.

Polîsên ku bi TOMA’yan dor li girseya ku hatibûn pêşiya mala Guven pêçan, bi anonsan diyar kirin ku ji derveyî çepikan tiştek din bê kirin wê mudaxele bikin. Guven jî li ser şibakeyên malê silav da çalakvana û çalakî bi vî rengî bi dawî bû.