Çalakiyên mertalên zindî yên li Qendîl û Bradostê bi dawî bûn

Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li Qendîl û Bradostê çalakiyên mertalên zindî hatibû destpêkirin. Çalakgeran diyar kirin ku wê çalakiya xwe bi metodên cihê bidomînin.

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û bombebarana balafirên artêşa Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê 14'ê Hezîranê de li Qendîlê û di 24'ê Hezîranê de jî li herêma Biradostê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer dest bi çalakiya Mertalên Zindî kirin. Ciwanan ragihandin ku dawî li çalakiya xwe anîne û wê bi awayek din çalakiyek xwe berdewam bikin.

Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer têkildarî çalakiya mertalên zindî ii Qendîlê daxuyaniyek dan.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye;

'Weke tê zanin ku 24'ê Hezîranê li Qendîlê û di 14'ê Hezîranê de li Biradostê em Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst a Tirk a li ser ser Başûrê Kurdistanê me dest bi çalakiya Mertalên zindî kir.

Ji aliyê xelkê Başûrê Kurdistanê û bi taybet ciwanan ve hate piştîgirîkirin û xwedî lêderketin. Ev xwedîlêderketin jî bû havênê serkeftinê.

Lewma weke Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê piştî du mehan me biryar da ku dawî li çalakiya xwe bînin. Dest bi çalakiyên cuda û rengareng bikin.

Di salvegera 15'ê Tebaxê de ji hemû aliyan re radigihînin ku li hemberî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst a Tirkiyeyê bi ruhê 15'ê Tebaxê çalakiyan gurtir dikin û em ê xaka Kurdistanê ji dagirkeran û nokeran re bikin parçeyek agir.

Em li vir bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin ku bi hev re ji bo paqijkirina dagirkeran ji Kurdistanê û nokeran, xwe bi rêxistin bikin. Bi heman ruhê şehîd Egîd, Mam Zekî, şehîd Helmet û li dijî dagirkeriyê di nava çalakiyê de bin.

Weke tê zanîn teqandina guleya 15’ê Tebaxê, pêngava dîrokî ku xeta rastkirina dîrokî ya li ser rê û rêbaza rast bû. Di heman demê de di kesayetiya dijminê dagirker de, ew Kurdên ku pêşengtiya xeta xiyanet û koletiyê kirin, bûne armanc.

Em Ciwanên Başûrê Kurdistanê, li vir dibêjin, pêngava ku rêheval fermandar Egîd beriya 35 salan dayî destpêkirin, bi heman ruh û hest berdewam dike. Ev pêngav wê heya Kurdistanek azad berdewam bike."