'Çalakiyên me yên ji bo Ocalan wê bidomin'

Greva birçîbûnê, ku li dijî tecrîda li ser Ocalan li Wanê berî niha bi demekê dest pê kiribû, bi daxuyaniyeke çapemeniyê qediya. Çalakgeran gotin, çalakiyên wan wê bi rengekî cuda dewam bikin.

Greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 4'ê Mijdarê li avahiya DBP'ê ya Wanê dest pê kiribû, qediya.

Meclîsa Dayikên Aştiyê dest bi grevê kiribûn û bi sedan kes bi rengekî dorveger tevlî bûbûn. Di dawiya çalakiyê de daxuyaniyek hate dayin. Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede, endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Zahîde Besî, rêveberên DBP'ê yên Wanê, Hevşaredara Artemêtanê Rojbîn Çetîn, rêveberên TUYAD-DER'ê ya hate girtin, rêveberên HDP-DBP'ê, aktîvîstên TJA'yê û gelek welatî tevlî bûn.

Umît Dede daxuyanî da û bang kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin. Dede diyar kir, polîtîkayên li dijî Ocalan binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û got, heta tecrîd dewam bike ew ê jî çalakiyên xwe bidomînin.

Daxuyanî bi çepik û tilîliyan qediya.