Nûçeya Lezgîn: Li Metînayê 15 dagirker hatin cezakirin

'Çalakiyên me wê heta qedandina tecrîdê bidomin'

Endamên HDP û KCD'ê ji bo destekê bidin wekîla HDP'yî Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya du rojan kirin. Çalakgeran diyar kirin ku heta tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biqede wê çalakiyên xwe bidomînin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, di rûniştina 7'ê Mijdarê de ya doza li 9. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, bi rêya SEGBÎS'ê ragihand ku heta rakirina tecrîda li Îmraliyê wê bikeve greva birçîbûnê.

Di roja 11'an a çalakiya Guven de li Riha, Wan, Colemêrg, Edene û Amedê grevên birçîbûnê dest pê kirin ku wê du rojan bidomin.

Tevî parlamenterên HDP'ê, rêveberên bajar û navçeyan, delegeyên KCD'ê di grevê de ne. Hate gotin, grev wê rojên bê bi awayekî dorveger dewam bike.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag ku tevlî greva birçîbûnê ya li Amedê bûye got, ji bo xwedî li çalakiya Guven derkevin wan dest bi grevê kirine.

RÊBAZA ÇALAKIYAN DIBE KU BÊ GUHERTIN

Dag diyar kir, daxwaza Leyla Guven a li dijî tecrîdê daxwaza jin û ciwanên Kurd, daxwaza gelê Kurd e û got, "Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina şexsekî nîne. Tecrîdkirina gelekî ye."

Dag diyar kir, heta ku tecrîdkirina Ocalan û gelê Kurd neqede, wê hizûr neyê vê herêmê, wê polîtîkayên şer timî dewam bikin û got, "Ji bo azadî û aramiya li vê xakê, pêwîste tecrîdkirina Birêz Ocalan biqede. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Ji ber ku ew mafdar e û em jî ji bo vê daxwazê ketine greva birçîbûnê. Heta ku tecrîdkirina Birêz Ocalan biqede wê çalakiyên me bidomin. Dibe ku rebaza çalakiyên me biguhere, lê cewher wê timî yek be."

'TECRÎD NE YA QEBÛLKIRINÊ YE'

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn jî bi bîr xist ku cihê tecrîdê di hiqûqa navneteweyî de nîne û got, "Bi rêya çalakiya xwe em dixwazin balê bikişînin ser tecrîdkirina Birêz Ocalan. Hem zextên li ser Birêz Ocalan hem jî yên li gelê Kurd tên kirin, encama tecrîdê ye. Hevala me Leyla Guven zêdeyî deh roj in di greva birçîbûnê ya bê dem de ye. Me jî li 5 bajaran dest bi greva birçîbûnê kirin û wê 2 rojan dewam bike. Ji bo ev çalakî bidomin em ê li hev bicivin û mijarê binirxînin. Em ê ti carî ji rêya xwe venegerin. Ji ber ku em tecrîdê qebûl nakin."

'ÇALAKÎ WÊ JI BO ME WEZÎFE BE'

Hevserokê HDP'ê yê navçeya Yenîşehîrê Vahap Gunay bal kişand ser mafdariya çalakiya Leyla Guven û got, "Ji bo tecrîd bê rakirin û zextên li ser gelê Kurd biqedin, me dest bi vê çalakiyê kirin. Çalakiyên me wê dewam bikin. Bi koordîneya navenda me ya giştî wê bi rê û rêbazên cuda çalakî werin lidarxistin. Em ê van çalakiyan ji bo xwe weke wezîfeyê bibînin û hewl bidin bi awayê herî baş bi cih bînin."

'POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ QIRÊJ ÊN LI KURDISTANÊ'

Ji delegeyên KCD'ê Diyadîn Noyan jî bi bîr xist ku Tirkiye veguheriye girtîgeheke servekirî û got, "Bi çavê sûcdaran li akademîsyenan, kedkar, gundî û siyasetmedaran dinerin. Zextên bi vî rengî bi salan e li siyasetmedarên Kurd tên kirin. Ji xwe şerekî qirêj heye li Kurdistanê ku bi salan e dewam dike. Çalakiya me li dijî van hemûyane. Herî dawî Hevseroka KCD'ê û Parlamentera me ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir. Em ê her tim piştgiriyê bidin wê."