Çalakiyên ji bo silavkirina 15'ê Tebaxê û tolhildanê: 10 dagirker hatin cezakirin

Li Şemzînanê ji bo silavkirina 15'ê Tebaxê çalakî hate lidarxistin û 8 leşkerên Tirk hatin cezakirin. Li Metînayê jî ji bo hilanîna tola Îbrahîm Hesen ê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, çalakî hate lidarxistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev agahî hatin dayin:

ÇALAKIYA JI BO HILANÎNA TOLA ÎBRAHÎM HESEN

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

Hêzên me 14'ê Tebaxê saet di 03:00 de li qada Girê Koordîne ya herêma Metînayê li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî kirin. Baskê destpêkê yê çalakiyê li çeperekê xistin ku dagirker tê de bûn. Li vê derê 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî destpêkê sîstema kamera ya mobesse desteser kir, piştre jî îmha kir.

14'ê Tebaxê saet di 12:40'î de li qada Girê Kato ya Metînayê bi çekên giran li dijî dagirkeran çalakî hate lidarxistin. Hedefên hatin diyarkirin bi rengekî serketî li wan hate xistin.

Herdu çalakiyên serketî yên li herêma Metînayê ji bo hilanîna tola welatparêzê hêja  yê ji Başûrê Kurdistanê Îbrahîm Hesen hatin lidarxistin, ku Hesen li gundê Dêşîşê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate şehîdxistin.

14'ê Tebaxê saet di navbera 20:30-21:30'î de li qada Qaşûrayê helîkopter geriyan, heman saetê li nehiya Kanî Masî ya Amediyê zeviyên gundê Derarê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

14'ê Tebaxê danê sibehê li dagirkeran hate xistin ku dixwestin bombeyan li çeperên şer ên li qada Girê Sor bibarînin.

14'ê Tebaxê dagirkeran saet di navbera 10:00-19:00 de li dijî tunelên şer ên li qada Werxelê gazên kîmyewî bi kar anîn.

14'ê Tebaxê saet di navbera 22:40-23:00 de tunelên şer ên li qada Werxelê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

15'ê Tebaxê saet di navbera 03:00-08:00 de bombardûmaneke giran li ser tunelên şer ên li qada Werxelê hate kirin û gazên kîmyewî hatin bikaranîn.

LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKIYA JI BO SILAVKIRINA 15'Ê TEBAXÊ

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Geverê;

6'ê Tebaxê saet di 10:30'î de 2 wesayitên leşkerî yên dagirkeran ên ji navçeya Şemzînanê diçû qereqola Gemanê hatin kontrolkirin. Yek ji van wesayitan, wesayita leşkerî ya bi tîpa Kîrpî bi rêbaza sabotajê hate teqandin. Di vê çalakiya serketî de 8 dagirker hatin cezakirin.

Ev çalakî ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê ya dîrokî hate lidarxistin.

Artêşa Tirk a dagirker 9'ê Tebaxê li qada Mêrgûmarê ya herêma Besta ya Şirnexê li deverên Girê Tenûrê û Girê Gêsinê dest bi operasyonê kir. Ev operasyon hîn jî dewam dike.

15'ê Tebaxê saet di navbera 04:30-05:00 de li herêma Zapê ji qereqolên li ser sînor obus li qada Çemço hatin barandin."