Çalakiyên ji bo silavkirina 15'ê Tebaxê. 13 dagirker hatin cezakirin

Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê yên ji bo silavkirina salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê bênavber dewam dikin. Di van çalakiyan de 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî da.

HPG'ê got, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi ruhê serketinê yê encamgir ê fermandarê me ye nemir ê Pêngava 15'ê Tebaxê hevrê Egîd, derban li dagirkeran dixin. Di çarçoveya pêngavan de ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê di çalakiyan de herî kêm 13 dagirker hatin cezakirin, çeperek û çekek bombeavêj hatin îmhakirin, derb li çeperekê hate xistin û 200 kg teqemenî hate desteserkirin."

Di daxuyaniya HPG'ê de ev agahiyên berfireh hatin parvekirin:

"Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Egîdên Botanê de;

Li qada Deriyê Qaçê ya herêma Kato Jîrka ya navçeya Elkê ya Şirnexê ya Botanê, yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker ku kemîn danî bû, ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin. 10'ê Tebaxê saet di 16:00 de bi rêbaza sabotajê li dagirkeran hate xistin. Herî kêm 6 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran piştî vê çalakiyê kuştiyên xwe bi helîkopteran ji herêmê birin.

Artêşa Tirk a dagirker bi yekîneyên veşartî li qadê kemînan datîne.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

11'ê Tebaxê saet di 17:00 de li qada Bektoryayê hêzên me yên YJA Starê li dagirkerên li ser Girê Kato Sulê xistin. Di vê çalakiya sûîqestê de dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

12'ê Tebaxê saet di 18:10'an de li dijî çeperên dagirkeran ên li ser Girê Azad ji 2 baskan ve bi rengekî koordîneyî çalakiya gerîla hate lidarxistin. Di dema vê çalakiyê de derb li çepereke dagirkeran hate xistin ku 3 dagirker û çekek bombeavêj tê de bûn. Di vê çalakiyê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, çeper û çeka bombeavêj hatin îmhakirin û derb li çeperekê hate xistin.

Agahiyên ku medya şerê taybet a dewleta Tirk a dagirker belav kir û îdîa kir ku 3 gerîlayên me şehîd bûne, rast nîne. Di vê çalakiyê de tiştek bi hêzên me nehatiye.

12'ê Tebaxê saet di navbera 19:20-23:00 de helîkopter li qada Qaşûra geriyan. Di encama destwerdana hêzên me de helîkopterên derb xwarin neçar man ji herêmê biçin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

12'ê Tebaxê saet di 14:00 de li qada Girê Sor hêzên me li dagirkeran xistin ku dixwestin ber bi tunelên şer ve bi pêş ve biçin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm dagirkerek hate cezakirin.

13'ê Tebaxê li qada Werxelê, dagirkerên ku dixwestin bi teqemeniyan êrişî tunelên şer bikin ji aliyê hêzên me ve hatin şopandin. Saet di 04:00 de destpêkê bi rêbaza sabotajê piştre jî ji nêz ve bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin. Herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin û dagirkerên mayî 200 kîlo teqemeniya bi xwe re anî bûn li pey xwe hiştin û reviyan. Teqemeniya dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hate desteserkirin.

11'ê Tebaxê qada Bektorya ya herêma Heftanînê bi obusan hate bombekirin

12'ê Tebaxê saet di navbera 23:30-00:30'î de li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Êdînê, Dêşîşê, Seraru û qada Koordîne bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

12'ê Tebaxê saet di navbera 21:00-22:24'an li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Mervanos, Tabûra Ereban û Banista geriyan. Heman rojê saet di navbera 08:00-02:00 de li qada Werxelê tunelên şer bi gazên jehrî, teqemenî û çekên giran hatin bombekirin. Liv û tevgera droneyan a li ser herêmê jî dewam dike.

12'ê Tebaxê saet di navbera 22:00-22:45'an li herêma Zapê helîkopterên êrişê bombe li qada Tîpa T'ê barandin.

Di van êrişên dewleta Tirk a dagirker de tiştek bi hêzên me nehatiye."