Çalakiyên ji bo Leyla Guven didomin
Çalakiyên piştevaniyê yên ji bo Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji 8’ê Mijdara 2018’an ve di greva bêdawî-bêdorveger de ye dewam dikin.
Çalakiyên piştevaniyê yên ji bo Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji 8’ê Mijdara 2018’an ve di greva bêdawî-bêdorveger de ye dewam dikin.
Çalakiyên ji bo piştevaniya bi Leyla Guven re ya ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 89 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, didome.
Parlementerên HDP’ê Îmam Taşçier, Ebrû Gunay, Hevserokê KCD Bedran Ozturk jî di nav de gelek kes hatin pêşiya mala Guven û bi çepik û tilîliyan piştgirî kirin.