Çalakiyên greva birçîbûnê roja 2'an bi serdenan didome

Çalakiyên destekdayinê ya li greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven, ya bi mebesta ku tecrîd bi dawî bibe, kete roja 2'an. Çalakî îro bi serdenan didome.

Çalakiyên destekdayinê ya li grêva birçîbûnê, ku Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven ji bo ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biqede, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû, li 5 bajaran rojan duyan de berdewam dike.

Li Colemêrgê greva birçîbûnê ya ku duh bi tevlêbûna Parlamentera Şirnexê Nûran Îmîr û Parlamenterê Colemêrgê Saît Dede li avahiya bajêr a DBP'ê dest pê kiribû, îro bi serdanan didome.

Îro rêxistina navçeyê ya HDP'ê û DBP'ê û Meclîsa Dayikên Aştiyê serdana çalakiyê kirin.

Şandeyê çalakgerên grevê slav kirin û diyar kirin ku ew ê têkoşînê bidomînin.

AMED

Li Amedê jî gel hê sibehê zû serdana çalakiyê kir. Rêxistina bajêr û navçeyan ên DBP'ê îro serdana greva birçîbûnê kirin. Rêxistina bajêr a Şirnexê ya HDP'ê, pêkhateyên KESK'ê û gel jî serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir. Greva birçîbûnê ya Amedê bi tevlêbûna 16 kesan dest pê kiribû.

Çalakî bi stranan dewam dike.

Li Edene, Wan û Êlihê jî gel serdana çalakiyê dike.