Çalakiyên gerîla li her deverê ne – ANALÎZ

Li pêşberî operasyonên tinekirinê yên artêşa Tirk çalakiyên gerîla li her her deverê geş û gur dibin. Artêşa Tirk ku her roj derbên giran ji gerîla dixwe neçar dimîne ku vekişe.

Çalakiyên gerîla li her deverê bi hemû leza xwe didomin. Li pêşberî çalakiyên gerîla artêşa Tirk derbên giran dixwe. Hikûmeta AKP’ê ku zivistana 2016-2017’an digotin, ‘heta Nîsanê em ê gerîlayên PKK’ê biqedînin’, destpêka bihara 2017’an di serî de Qadên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîla operasyonên îmhayê dane destpêkirin. Bi vê çarçoweyê gelek êrîşên bi desteka hewayî pêk anî. Lê artêşa dagirker li pêşberî çalakiyên gerîla derbên giran xwarin û hê jî derbên giran dixwe.

ÇALAKIYÊN GERÎLA DIDOMIN

Çalakiyên gerîla didomin. Di serî de qadên Amed, Dersim, Tendurek, Botan, Zap, Zagros û Şemzînanê gerîla li her devera ku  lê ne li dijî artêşa dagirker a dewleta Tirk çalakiyên berfireh pêk tîne. Rayedarên dewletê yên AKP’ê ku digotin ‘Heta Nîsanê em ê PKK’ê biqedînin, kesek wê nikaribe navê PKK’ê hilde’ di van demên dawî de xwe kerr û lal kirine. Bi biharî re piştî ku hêzên gerîla derketin qadê artêşa Tirk a dagirker derbê li ser derbê dixwe. Ên ku xwedêgiravî wê heta Nîsanê digotin ew ê PKK’ê biqedînin û bi vê çarçoweyê êrîş bi ser qadên gerîla de dibirin niha li paş jî xwe nanerin û direvin.

Hêzên gerîla ku destpêka Nîsanê li dijî avahiya Tîmên Taybet çalakî kirin, piştre li qada Tendûrekê ev bûne ‘Operasyonên Şoreşger’. Leşkerên Tirk ên ku li qada Tendûrekê derketibûn operasyonê ji gerîlayan re bûne nêçîr, çalakiyên gerîla li hemû Kurdistanê berbelav bû. Artêşa Tirk a ku li pêşberî gerîla derbên giran xwarin, piştî ku helîkoptêra koordîneya  operasyona îmhayê ya li Botanê dema ku dixwest li Zapê leşkeran daxîne derb xwar û hate şikandin bi carekê re deng ji rayedarên dewleta Tirk qut bû.

 ‘PLANAN ÇOKŞIKANDINÊ Û OPERASYONÊN ÎMHAYÊ’

24’ê Tîrmeha 2015’an dewleta Tirk a faşîst li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê bi destpêkirina operasyona bi mebesta îmhayê, pêvajoya ‘Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad’ a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 21’ê Adara 2013’an dayî destpêkirin xira kir û li dijî Kurdan û Tevgera Azadiya Kurdistane konsepteke dî ya şer û tinekirinê da destpêkirin. Dewleta AKP’ê ku di hilbijartina 7’ê Hezîranê de li pêşberî gelê Kurd û berxwedana gelên Tirkiyê derba giran xwarî bi ‘Plana Çokşikandinê’ berê xwe da Kurdan. Û piştre bi êrîşên hewayî yên 24’ê Tîrmeha 2015’an yên bi ser Qadên Parastinê yên Medyayê de û piştre bi  êrîşa bi ser gelê Kurd û bajarên Kurdan de armanc kir ku gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê tine bike. Bi vê mebestê dewleta Tirk a ku di serî de li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Şemzînan, Silopya û Şirnexê êrîş bi ser bajarên Kurdan de bir, li ber çavê dinyayê komkujî kir û bi deqeke reş derbasî dîroka mirovahiyê bû.

ARTÊŞA TIRK 2016’AN TÊKÇÛNEKE MEZIN JIYA

2016’an artêşa Tirk a dagirker li dijî Çiyayên Azad ên Kurdistanê operasyonên tinekirinê geş kir, gerîlayan bi çalakiyên xwe ev hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk pûç kir û derbên giran li artêşa dagirker da. Li Zap, Zagros, Metîna, Heftanîn, Şemzînanê û li hemû deverên ku gerîla lê ne çalakî veguherîn ‘Operasyonên Şoreşeger’. Artêşa Tirk ku derbên giran ji ‘Operasyonên Şoreşger’ ên gerîla xwar, şikestineke mezin jiya. Bi taybetî artêşa Tirk li pêşberî çalakiyên suîqaskê, sabotajê derên giran xwar, bi TAK’ê re jî êdî pişt lê şikest.

 ‘OPERASYONA ZAPÊ Û DASTANA GERÎLA’

Rayedarên dewletê zivistana 2016-2017’an gotibûn, ‘Heta meha Nîsanê em ê PKK’ê biqedînin, wê kesek nikaribe navê PKK’ê jî hilde’ lê biharî piştî ku gerîla hate ser dikê artêşa Tirk derbê li ser derbê ji gerîla dixwe û deng nema ji rayedarên Tirk dibile. Piştî ku çalakiyên gerîl ali dawiya biharê zêde bûne artêşa Tirk ji bo pêşî li çalakiyên gerîla bigire, di serî de li Tendurek, Botan, Amed, Xerzan û Dersimê bi ser gelek qadên gerîla de operasyonên îmhayê da destpêkirin. Lê ev operasyonên tinekirinê li pêş çalakiyên gerîla têk çûn, artêşa dagirker a Tirk derbên giran xwarin û gelek caran neçar ma ku vekişe.

Bi vê çarçoweyê artêşa Tirk ya ku li çiyayên Bakurê Kurdistanê li pêş çalakiyên gerîla têk çûyî li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê operasyonên îmhayê domand. Artêşa Tirk a dagirker ku bi vê çarçoweyê 16’ê Hezîranê li ser Zapê operasyona tinekirina dayî destpêkirin, nîvê meha Tîrmehê weke sala 2008’an derbên giran xwar û neçar ma ku vekişe. Artêşa Tirk ku 2008’an nêzî 100 leşkerên wê hatî kuştin, di operasyona Zapê de ku 9 rojan dom kiribû, li paş xwe jî nenerîbû û reviyabû. Hezîrana 2017’an jî bi ser heman qadê de artêşa Tirk operasyona dagirkerî û îmhayê da destpêkirin, li pêş çalakiyên gerîla derbên giran xwar  û 13’ê Tîrmehê neçar ma ku vekişe. Artêşa Tirk a dagirker ku cara duyê têkçûna Zapê jiya, bi daxuyaniya Navenda Ragihandiyê ya HPG’ê jî diyar bû ku artêşa Tirk li Zapê têk çûye. Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HPG’ê wiha ye:

OPERASYONA ZAPÊ…

“Operasyona dagirker a artêşa Tirk a dagirker ya ku di 16’ê Hezîranê de li ser herêma Zapê ya Herêmên Parastina Medyayê dabû destpêkirin, piştî şerê giran ê 23 rojan ji neçarî bi paş ve hatiye kişandin.

Di 16’ê Hezîranê de saet di 21.45’an de operasyona dagirker hatiye destpêkirin. Di vê saetê de xwestin Qela Bedewê, Girê Şehîd Mûnzûr û Şehîd Xeyrî û gundê Gijnê yê li Başûrê Kurdistanê dagir bikin û rastî berxwedana hêzên me hatin.

Li hemberî Wesayîtên Hewayî yên Bêmirov, balefirên şer, helîkopterên kobra û fuze û tank û topan hêzên me bi vîneke mezin li kozikên dijmin dane. Hêzên dijmin ên ku li ser hev darbe xwarine negihiştine armanca xwe û li hemberî tarza fedaî ya hêzên me têk çûne.

Artêşa Tirk a dagirker ji 8’ê Tîrmehê heta 9’ê Tîrmehê saet 02.00’an ev qadên hanê bomberdûman kiriye û ji neçarî leşkerên xwe bi helîkopterên skorskyê ji qadê derxistiye.

Gerîlayên me di 23 rojan de 69 caran leşkerên dijmin kirine hedef, bi qasî ku hatiye tespîtkirin 142 leşkerên dijmin hatine kuştin, 18 leşkerên dijmin birîndar bûne û 2 helîkopterên skorsky jî derbe xwarine.

ÊRÎŞÊN KOMKUJIYÊ YÊN ARTÊŞA TIRK BERDEWAM DIKIN

Artêşa Tirk a ku hê travmaya Zapê ji ser xwe neavêtî li pêşberî çalakiyên gerîla her roj derban dixwe. Bi taybetî jî bi ‘’Operasyonên Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikreom û Şehîd Nalîn Mûş’ di serî de li qadên Çelê, Gever, Şemzînanê li pêşberî çalakiyên gerîla artêşa Tirk a ku derbên giran dixwe, ji bo ku motîvasyona xwe ya ku şikestî dîsa bi dest bixe zextên li ser gel zêde dike û êrîşên komkuj didomîne.

 

 ‘DEWLETA AKP’Ê DEMÊN XWE YÊN DAWÎ DIJÎ’

Artêşa Tirk her çendî dibêje ku ew ê Tevgera Azadiya Kurd tine bike jî hêzên gerîla bi rihê berxwedanê yê 15’ê Tebaxê û 1’ê Hezîranê hebûna xwe dide hîskirin û derbên giran li ser hev li artêşa Tirk a dagirker dixwe. Di daxuyaniyên Navenda Ragihandinê yên HPG’ê de û agahiyên ku jêderên xwecih didin artêşa Tirk her roj derbên giran ji gerîla dixwe. Dewleta Erdogan ku ditirse ev berxwedan ji hêla gel ve were bihîstin çapemeniya şerê taybet xistiye tevgerê û hewl dide ser çalakiyên gerîla û têkçûna xwedêgiravî ‘artêşa Tirk a bi nav û deng’ binixumîne. Erdogan ku zexta xwe li ser medyayê zêde dike hewl dide li ser civakê jî tirsê serwer bike. Lê gelê Kurd û gelên demokratîk ên Tirkiyê ku rastî hîn bûne bi berxwedanên gerîla diherikin kuçe û meydanan. Dewleta AKP-Erdogan jî li pêşberî van berxwedanan rojên xwe yên bitirs dijî. Û li pêş çalakiyên gerîla yên geş bûyî demên xwe yên dawî dijî.