Çalakiya rûniştinê ya Ozguneş dewam dike

Çalakiya rûniştinê ya Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hazan Ozguneş ê ji bo balê bikişîne ser şewata li Cûdiyê dabû destpê kirin didomîne.

Zêdeyî 3 mehin li quntarên Çiyayê Cûdî şewat didome. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hasan Ozguneş ji bo ku balê bikêşîne li ser şewatên herêmê li ber avahiya rêxistina HDP'ê ya Şirnexê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Çalakiya ku îro navber hatî dayî, wê sibe saet di navbera 9:00'an û 17:00'an de bidome. Çalakî wê 3 rojan dom bike.

Ozgûneş çalakiya xwe ya îro bi van gotinan bi dawî kir: " Ez li vir bang li hezkiriyên xweza, dar û daristanan dikim, werin em bi hev re xwedî li Cûdî û xwezaya xwe derkevîn."