Çalakiya li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê: Gelek polîs birîndar bûn

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Erdal Alî Çiya 15'ê Sibatê li dijî avahiya Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê bi teqemeniyê çalakî kir. Hate ragihandin ku di encamê de gelek polîs birîndar bûne.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Erdal Alî Çiya li ser çalakiya li Cizîrê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "15'ê Sibata 2021'ê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li qada Dortyol a taxa Cûdiyê, bi teqemeniyê li dijî avahiya Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê çalakî hate lidarxistin.

Li vê beşa avahiyê ku tîmên taybet ên polîsan lê bûn, gelek polîsên tîmên taybet birîndar bûn. Polîsên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Ev çalakî ji bo bîranîna Erdal Alî Çiya ku sala 2015'an li Cizîrê şehîd bû ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê hate lidarxistin."