Çalakiya li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Amedê

"Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Hogir Amed" ragihand, ku wan 24'ê Tîrmehê li dijî Amîriya Navenda Polîsan a Midûriyeta Emniyetê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê çalakî pêk anîne.

Koma bi navê 'Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Hogir Amed' peyamek weşand û diyar kir ku çalakiya 24'ê Tîrmehê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê li dijî Amîrtiya Navenda Polîsan a Midûriyeta Emniyetê hatiye kirin, ji aliyê wan ve pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Endamên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Hogir Amed 24'ê Tîrmehê piştî nîvro bi bombeyên bi destan çêkirî û çekên ferdî li dijî Amîrtiya Polîsan a Yenîşehîr çalakiyeke bi bandor pêk anîn."

Der barê encamên çalakiyê de hate gotin, "Hejmara polîsên birîndar ên çalakiyê nehate tespîtkirin. Li Amîrtiya Polîsan a ku bi bombeyan lê hate xistin xisareke madî rû da û derb li wesayiteke polîsan a zirxî hate xistin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştî çalakiyê polîsan tax dorpêçkirine û hate gotin, endamên me yên yekîneyê bi rengekî serketî ji qada çalakiyê çûne.