Çalakiya li dijî leşkerên di operasyona dagirkeriyê de: 10 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li dijî operasyona artêşa dagirker a ku dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike, gelek çalakî hatine lidarxistin. Di çalakiyê de 10 leşker hatine kuştin û helîkoptereke Skorskyê bûye hedef.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de diyar kir ku operasyona dagirker a artêşa dagirker a Tirk a ku di 16’ê Hezîranê de li qada Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên hêzên me yên li dijî vê operasyonê didomin.

Têkildarî operasyona dagirkeriyê NRÇ a HPG’ê ev tişt diyar kir:

“Di 4’ê Tîrmehê de di saet 09.20’an de hêzên me, yekîneyên dijmin ên li girê Şehîd Mûnzûr kirine hedef. Hêzên me ji 2 milan ji nêz ve li gir dane, gelek kozik û konên leşkeran hilweşandine. Di çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 9 leşkerên dijmin mirine, gelek leşkerên dijmin jî birîndar bûne.

Helîkeptora Skorsky ya ku di 09.40’an de hewl da leşkerên birîndar ji qadê derxîne jî bû hedefa hêzên me. Helîkopter mecbûr ma ku ji qadê dûr bikeve.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer, obus û hawanan qadên Cîloya Biçûk, Karker û Şehîd Mûnzûr bomberdûman kiriye.

Di heman rojê de hêzên me di saet 11.10’an de li dijî leşkerên li Qela Bedewê çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.”