Çavkaniyên herêmî yên pê bawer agahî dan ANF'ê û ragihandin ku roja 29'ê Kanûnê li dijî baregeha leşkerî ya li Kanîmasî ya li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê çalakiyek hatiye kirin. Eşkere nebû bê çalakî ji aliyê kê ve hatiye kirin. Lê belê tê gotin ku hêzên ev çalakî kirine, noteke bi nivîsa "Tola Mexmûrê ye" li baregeha leşkerên Tirk danîne.
Li gorî agahiyan, di vê çalakiyê de 11 leşkerên Tirk mirin, 7 leşker birîndar bûn û tankek hate rûxandin.
Heta niha kesî berpiryariya çalakiyê li xwe negirtiye.
BAREGEHA LEŞKERÎ YA LI KANÎMASÎ
Baregeha leşkerên Tirk a li Kanîmasî sala 1995'an ava bû. Bi sedan leşkerên Tirk, maşînên zirxî û teknîka îstîxbaratê lê ne. Ev baregeh di encama peymana bi PDK'ê re li nava axa Başûrê Kurdistanê hate çêkirin. Li vê baregehê karê keşf û îstîxbaratê tê kirin.