BI DÎMEN

Çalakiya ji bo piştgiriya PADÊ, di roja 2’yan de ye: Biryara girtina PADÊ siyasî ye

Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengal û saziyên wê, ji bo piştgiriya PADÊ li navenda Şengalê li ber derê avahiya Desteya Aşayîr a Şengalê kon hate vedan. Çalakvanan diyar kirin ku biryara girtina PADÊ siyasî ye û bang li Iraqê kirin ku li xwe vegere.

ÇALAKIYA JI BO PIŞTGIRIYA PADÊ DI ROJA 2'YAN DE YE

Encûmena Dadweriya Bilind a Hilbijartinên Iraqê 6’ê Tebaxa 2024’an biryara girtinê derbarê PADÊ, Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê de da. Nerazîbûnên dijî biryarê berdewam dikin.

Divê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser li navenda Şengalê bi boneya piştgiriyê kon veda. Di roja 2’yan de sazî û destgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê bi sedan şêniyên Şengalê serdana kon kirin û nerazîbûn nîşan dan.

‘GIRTINA PADÊ ENCAMA HATINA ERDOGAN A IRAQÊ BÛ’

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel diyar kir ku her kes di zana ku PADÊ çi dikir û sedemê hewla girtina wê çiye jî û wiha got: “Ji sala 2015’an ve PADÊ 3 dewreyan tevlî hilbijartinên encûmenên parêzgehan û perlementoyê bûye. Partiya me îradeya me ya siyasî temsîl dikir, her kes dizane ku sedemê girtina PADÊ siyasî ye û ev yek jî encama hatina Erdogan a Iraqê bû.”

‘ŞÛNA KU IRAQ SPASIYA CIVAKA ÊZIDÎ BIKE, PARTIYA WAN DIGIRE’

Neam Bedel ev tişt jî gotin: “Li seranserî Iraqê her ol, bawerî û netew dikare xwe bi xwe bi rêve bibe û siyaseta xwe bike. Lê çime Iraq ji bo me wek civaka Êzidî vê destûrê nade, gelo Iraq dizane ku vî gelî di sala 2014’an axa Iraqê parast û destûr neda tevahî axa Iraqê were dagirkirin. Şûna ku Iraq spasiya gel û civaka Êzidî bike partiya wan digire. Bila Iraq bi zanibe ku çi jî bike wê nikaribe îradeya me teslîm bigire, belkî karibe partiyên me bigire û li dijî ewladên me biryara li ser derxe, lê em ê jî bi hemû hêza xwe li ber wan bi qanûnî û yasayî bisekinin û çalakiyên xwe roj bi roj xurtir bikin.”

Endama Koordinasyona TAJÊ Neam Bedel bang li Iraqê kir ku dest ji vê siyaseta xwe ya li ser civaka Êzidî berde û got: “Ev siyaseta Iraqê ya bi zexta dewleta Tirk, ji Iraqê û kabîneya Sûdanî re bi zirar e. Em weke gelê Êzidî ne li dijî dewleta Iraqê ne, lê em li dijî vê siyaseta wê ya şaş a li hember civaka Êzidî ne. Ger Iraq me weke hemwelatî ji xwe re bibîne em ê jî wê weke dewleta xwe bibînin. Lê ger me wek hemwelatî ji xwe re nebine em ê jî wê ji xwe re dewlet nebinîn.”

‘PADÊ PARTIYEKE DEMOKRAT E’

Cigirê hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Dexîl Îbrahîm jî nêrîna xwe anî ser ziman û got: ‘’Me weke rêveberiya xweser a Şengalê ji bo piştgiriya partiya xwe li navenda Şengalê kon vedaye û wê 3 rojan dewam bike, PADÊ weke navê xwe demokrat e. PADÊ weke navê xwe bû li seranserî Şengalê, bi demokratîkbûna xwe dihate naskirin. Ne tenê xelkê Êzidî cihê xwe di vê partiye de digirt, hemû pêkhateyên li Şengalê jiyan dikin cihê xwe têde digirin. Deriyê PADÊ ji her kesî re vekirîbû, lê ev yek bi zora Iraqê çû, lewma biryara girtina wê hate dayîn.

Bila Iraq dest ji vê biryara xwe berde, ev biryar li dijî gelekî ye, li dijî partiyekê ye, girtina PADÊ siyasiye û ji fermana sala 2014’an ne qut e.”