Çalakiya HDP’ê ya li Amedê kete roja 5’an

Çalakiya ‘Nobêta Wijdan û Dadmendiyê’ ya ku wekîlên HDP’ê li Amedê dane destpêkirin kete roja 5’an.

Çalakiya ku wekîlên HDP’ê 25’ê Tîrmehê bi dirûşma ‘Em ranewestin, bibêjin êdî bes e, em faşîzmê rawestînin’ ku li Parka Ekîn Ceren a Amedê’ bi navê ‘Nobeta Wijdan û Dadmendiyê’ dane destpêkirin kete roja 5’an. Di çalakiyê de wekîlan heta bi derengiya şevê civat girtin û pirtûk xwendin.

Berê sibehê wekîl şiyar bûn, betaniyên xwe dane hev, derdora paqij kirin. Piştî taştê çalakiya xwe domandin. Tê payin ku di nav rojê de rêxistinên saziya sivîl, gel serdana wekîlan bike.