Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Îslahiyê dewam dike

Greva birçîbûnê ya 7 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Îslahiyeyê ya li dijî îşkenceyê ket roja 17’an.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Îslahiye ya Dîlokê li dijî binpêkirinên mafan dane destpêkirin dewam dike. Îlhamî Îşçî, Ûgûr Urun, Zennar Demîr û Hîccet Ûmûî yên rojhilatî 17 roj in, Reşît Dayan û Ûgûr Ûyar 12 roj in, Umît Ozen jî 9 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Girtiyan li dijî pêkanînên îşkenceyê bi rêya parêzerên xwe serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Dîlokê dan.

Binpêkirinên mafan ên girtiyan ragihandine ev in:

"Li ber deriye girtîgehê lêgerîna tazî bi zorê li me hat kirin. Di serjimartina rojane de li me ferz dikin ku mîna leşkeran bikevin rêzê û bi dengekî bilind xwe bijimêrin. Dema em diçin cihê telefon û hevdîtinê li me ferz dikin ku em weke leşeran bimeşin. Eger em serjimêriya rojane bi fermaneke leşkerî pêk neynin, li me didin. Di girtîgehên din de alozî û binpêkirinên mafan çiqas hebe li vir zêdetir tê pêkanîn."

Serokê Şaxê Komeleya Mafên Mirovan a Dîlokê Sînan Taştekîn ku çûbû serdana girtiyan diyar kiribû ku ji ber têra xwe madeyên pêwîst ên weke şekir, xwê û lîmon nayên dayîn, çalakî bi awayê ‘Rojiya mirinê’ dewam dike.