Çalakiya greva birçîbûnê li Mexmûrê didome

Şêniyên Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Îmraliyê, di roja 2’an de didomînin. Çalakgeran bang li gelê Kurd kir ku xwedî li doza Rêberê Gelê Kurd derbikevin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 1’ê Sibatê de hatibû destpêkirin, bi dewir girtina koma nû didome.

Merasîma dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdisatanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma destpêkê Sadiq Nêrwehî têkildarî armanca çalakiya greva birçîbûnê axivî.

Sadiq Nêrwehî di destpêka axaftina xwe de tecrîd û êşkençeya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Beriya 24 salan Rêbertiya me bi komployek nevdewletî hat dîlgirtin. Ji wê rojê heta niha Rêbertî dibin tecrîdek girankirî de ye. Wek şêniyên Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda girankirî ev du meh bû me çalakiya nobetê dabû destpê kirin, me çalakiya xwe guherand çalakiya greva birçîbûnê. Em bang li gelê Kurd dikin ku di vê pêvajoyê de li doza Kurd û Rêbertî ya xwe xwedî derkevin. Çi tê xwestin divê îro we re kirin, sibê direnge. Em ji koma nû re serkeftinê dixwazin.”

Piştî axaftina Sadiq Nêrwehî koma 1. çalakî dewrî koma 2’yemîn kir.

Merasîma dewrgirtinê bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.