Çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li dijî leşkerên di operasyonê de

Gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên artêşa dagirker a Tirkan çalakiyan lidar dixin. Gerîlayên HPG’ê li dijî qereqola Tepeya Çeta ya Şemzînanê û Girê Şehîd Rêber a li Zapê çalakî lidar xistin.

Li dijî tevgerên dagirker ên artêşa Tirk çalakiyên gerîlayên HPG’ê didomin. Li gorî nûçegîhanên me yên li herêmê saet di 18.00’an de gerîlayên HPG’ê bi çekên giran û ferdî li dijî leşkerên li Girê Şehîd Rêber çalakiyek lidar xistine. Li gorî agahiyan di çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin.

Gerîlayên HPG’ê îro piştî nîvro di saet 15.20’an de li dijî qereqola Tepeya Çeta ya Şemzînanê bi hawanan çalakiyek li dar xistin. Gerîlayan gelekî zêde li qereqol û derdora wê dan.

Qereqolên sînor jî bi obus û hawanan êrîşî qadên operasyonê kirin. Nûçegîhanê me ragihand ku balefirên şer jî qad bomberdûman kiriye.

Piştî çalakiya gerîlayên HPG’ê qereqolên li ser sînor jî li hemberî qadên gerîlayên êrîş pêk anîn.

Di heman demê de nûçegîhanê me ragihand ku artêşa Tirk duh bi balafirên keşfê yên bêmirov ên hewayî, obus û hawanan li qada Çemço ya Zapê daye.