Çalakiya gerîlayên HPG'ê ya li Amedê

Gerîlayên HPG'ê li Amedê li yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk xistin û di encamê de 3 leşker mirin, gelek leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê li ser çalakiya gerîla ya li bejahiya gundê Şelê ya li navçeya Hênê ya Amedê agahî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "12'ê Mijdarê, yekîneyeke veşartî ya artêşa TC a dagirker li girekî nêzî gundê Şelê yê navçeya Hênê ya Amedê bi cih bû. Hêzên me, yekîneya dijmin a li ser gir kontrol kirin û piştî kontroleke demdirêj, roja 13'ê Mijdarê saet di 17:00 de li yekîneya dijmin xistin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 3 leşker mirin, gelek leşker jî birîndar bûn. Hêzên dagirker bi wesayitên sivîl, leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê birin û bi obus û hawanan bombe li herêmê barandin. Hêzên dijmin ên derb xwarin, 14'ê Mijdarê li herêmê dest bi operasyonê kirin û ev operasyon 15'ê Mijdarê bi rengekî bê encam qediya."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de ragihand ku 19'ê Mijdarê helîkopterên bi tîpa Kobra yên artêşa Tirk bombe li herêma Demîrkapi ya li navçeya Bazîd a Agiriyê barandine.