Çalakiya gerîla ya li Îdirê: 12 leşker mirin
Hate ragihandin, li Îdirê di çalakiyeke gerîla de ya li dijî yekîneyeke veşartî ya leşkerî, herî kêm 12 leşker hatine kuştin.
Hate ragihandin, li Îdirê di çalakiyeke gerîla de ya li dijî yekîneyeke veşartî ya leşkerî, herî kêm 12 leşker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê beriya niha dabû xuyakirin ku 4'ê Çileyê saet 2'an çalakî hatiye lidarxistin û herî kêm 5 leşker hatine kuştin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, di çalakiyê de ku li dijî yekîneya veşartî ya li dora qereqola Axurê derketibû operasyonê, 12 leşker mirine.
Hate ragihandin, cenazeyên leşkeran bi helîkopteran rakirine nexweşxaneyên li herêmê.