Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hêzên wan li dijî dagirkerên a li ser Girê Rûbar a girêdayî qada Çiyareş a herêma Zapê çalakiyek li dar xistine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî da:
“Roja 20’ê Nîsanê saet 12:20’an hêzên me bi esas girtina taktîka vedizînê (sizma) çalakiyeke bi koordîneyî ya gerîlayî li dijî dagirkerên li ser Girê Rûbar a girêdayî qada Çiyareş a herêma Zapê lidarxistin. Hêzên me çûne ser cenazeyên 7 dagirkeran. Hate zelalkirin ku di vê çalakiyê de 13 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne.”