'Çalakiya Çelê encamgir û serkeftî ye'

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel li ser çalakiya gerîla ya li Çelê ku 6 leşkerên Tirk hatin kuştin, daxuyanî da.

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya  Parastina Gel de ya bi sernavê ''Ji bo Fermandarya Eyaleta Zapê' gerîlayên ku ev çalakî kirine hatin pîrozkirin.

Daxuyanî wiha ye:

''Çalakiya we ya 9'ê Cotmehê ya li Başûrê Kurdistanê li ser Girê Koordînê ya li dijî hêzên dagirker ên mêtingeriya Tirk,  bi mebesta şermezarkirina Komloya Navdewletî ya 9'ê Cotmehê çalakiyeke encamgir û serkeftî ye. Ji ber vê çalakiya ku bi taktîk û performansa teknîk a encamgir em fermandariya we, di şexsê fermandariya we de hêzên eyaletê yên Zapê û vê yekîneya ku ev çalakî pêk anî, ji ber vê serkeftina girîng pîroz dikim, hêviya berdewamiya serkeftinê dikin.

Di vê serdema girîng de ya dîroka têkoşîna me, em bawer dikin ku hêzên me yên eyaletê wê serkeftinên mezintir pêk bînin, bi vê baweriyê em we û hêzên eyaletê bi hezkirin û hurmetê slav dikin, serketinê mezin dixwazin.''