Çalakgerên li Wanê: Em xwedî li daxwazên wan derdikevin

Greva birçîbûnê ya li Wanê didome. Çalakgerên ku bi dorê tevlî grevê dibin, bang kirin.

Greva birçîbûnê ya bi dorveger a li Wanê didome. Greva ku li avahiya HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê dest pê kir, li avahiya HDP'ê ya bajêr dewam kir. Koma 4'emîn a ku çalakiya greva birçîbûnê dewr wergirt, diyar kir ku heta bidawîbûna tecrîdê wê çalakiya xwe bidomînin.

'EM BI HEV RE PÊŞÎ LI MIRINA MIROVAN BIGIRIN'

Rahîme Ataman ku li avahiya HDP'ê ya Wanê di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku yekane rêya derketina Tirkiyeyê ji nava kaosê, bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê ye. Ataman diyar kir, bi milyonan mirov bi vê daxwazê çalakiyan dikin û 7 hezar mirov jî li girtîgehan bedena xwe dane ber greva birçîbûnê. Ataman bang li gelên Tirkiyeyê kir ku bi berpirsyarî tevbigerin. Ataman anî ziman, wan jî bi vê armancê dest bi çalakiyê kirine û bi taybetî bang li sendîkayan, baroyan, hêzên demokratîk û gel kir û got, "Em pêşî li mirina mirovan bigirin."

'DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN ME NE, LEWMA EM DI ÇALAKIYÊ DE NE'

Haci Kiye jî diyar kir, pêwîstiya Tirkiyeyê bi çareserî û diyalogê heye. Kiye destnîşan kir, ji bo vê jî divê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û got, "Li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê krîzeke giran a siyasî, aborî û civakî heye. Rêya rizgariya ji vê krîzê, bidawîkirina tecrîdê ye. Em jî ji ber vê yekê di greva birçîbûnê de ne. Daxwazên hevalên di greva birçîbûnê de ne ne tenê daxwazên wan, daxwazên me ne. Ji bo xwedî li van daxwazan derkevin me jî dest bi greva birçîbûnê kirin û heta ku tecrîd bi dawî bibe em ê çalakiya xwe bidomîne."