Çakir: Em ê li Dêrgulê bera qeyûm bidin

Namzetê Hevşaredariyê yê  Dêrgulê Dursun Çakir got, ''Em ê bera qeyûm bidin, kooperatîfan ava bikin û şaredariyê rakin''.

Bajarokê Dêrgulê, ku hunermendeke mîna Meryam Xan jê derketiye, ku jê re Siltana Kurdan dibêjin, van rojan dîsa xwe hazir dike ku barê dikeve ser milan rake û di hilbijartinê de gelekî bide pêş. Dêrgulê ku cerdevanî pir lê tê ferzkirin, bi berxwedana xwe her demê tê zanîn.

Dursun Çakir pê bawer e ku HDP li Dêrgulê wê şaredariyê bi dest bixe.

Çakir 1964'an li Dêrgûlê jidayik dibe, bavê 6 zarokan e û bi cotkarekî naskirî ye. Çakir ji 2009'an ve di nav partiyê de bi rengekî çalak dixebite. Hevseroktiya DBP'ê kir demekê. 2011'an bi 'operasyonên KCK'ê hate girtin. 3 salan li girtîgehê dimîne û piştre dîsa dest bi xebatê xwe yên partiyê dike.

'ÊN KU CERDEWAN BÛN, ÇEWLIK LI WAN VEDIKIRIN LÊ LI ME..''

Çakir got dema ku cerdevantî li gel hatî ferzkirin, malbata ku pêşî ku ev red kirin ew bûn û domand, ''Ji ber vê jî ji her kesî bêhtir zext li ser malbata me kirin. Sewalên me her carê li quntarên van çiyan bûn. Em derxistin. Ji ber vê jî, ji ber ku cihek me nedît ku sewalên xwe lê biçêrin, ji begavî min firotin. Her wiha, li gorî wan, li deverên ku li cihên qedexe erd û zeviyên min hebûn. Lê sînorek danîbû û tenê cerdewanan dikarîbûn ji wir derbas bibin, wiha digotin. Dîsa digotine me, ''Heke hûn bibin cerdevan, hûn dikarin sewalê xwe jî xwedî bikin û erdên xwe jî biçênin. Lê ku hûn qebûl nekin divê bi vê qayîl bî.'' Em bi bostek ax qayil bûn lê em nebûn cerdewan. Lê bi demê re dema ku me nema karîbû debara xwe bikin, em neçar man ku li metropolan bimînin. Bi salan em neçar man ku li xeribiyê bixebitin.''

'EM Ê BERA QEYÛM BIDIN Û DEST BI PROJEYÊN XWE BIKIN'

Çakir bi domdarî got, ''Dema ku em ser ketin pêşî em ê qeyûm biqewirînin. Xebatên me û xizmeta me ya ji bo gel wê bi navenda kooperatîfan bin. Ji bilî vê her wiha ji bo jin û ciwanan wê xebatên me hebin. Ev xebat bêhtir wê aborî, çandî û perwerdehî bin.''