96 roj in cenazeyê Olçen nadin malbata wî

Erhan Olçen ê ku li Licê di şer de şehîd bûbû, 96 roj in cenazeyê wî nadin malbata wî.

Gerîlayê HPG’ê Erhan Olçen di 3’ê Mijdarê de li bejahiya Licêya Amedê di şer de şehîd bûbû. Cenazeyê Olçen 96 roj in li morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ye. Bavê wî Azîz Olçen ji bo wergirtina cenaze serî li Qereqola Jendirmeyan a Baglarê da. Bavê wî ji wêneyan kurê xwe tespît kir. Ji ber ku cenaze nehate dayin bavê wî di 20’ê Çileyê de ji bo teşhîsa DNA’yê xwîn da.

BERSIVA SOSRET A DOZGERIYÊ: HÛN NE MÛXATAB IN!

3 meh in ku cenaze teslîmî bavê wî nehatiye kirin. Bavê wî diyar kir ku kurê wî 3 salan di girtîgehê de maye û qeyda şûna tiliyên wî hene lê dîsa jî teşxîsa cenaze nayê kirin. Bavê wî diyar kir ku dema wan serî li dozgeriyê dane, dozger bi bersiveke sosret gotiye ku, “Hûn ne mûxatab in”.

Olçen ê ku rêveberê MEBYA-DER’ê ye diyar kir ku 96 roj in, ew nikare cenazeyê kurê xwe werbigire. Olçen got ku “Dema me serî li qereqolê da jî, ji me re gotin ‘Hûn dewletê dixin xisarê’. Ligel ku me ev tişt ragihand ji dozgeriyê jî, gef li me hate xwarin. Di tu dînî de tiştekî wisa tune.”