74 kes hatin destgîrkirin, 38 kes hatin girtin

Li Amed, Colemêrg û Xarpêtê operasyohên qirkirina siyasî pêk hatin û 38 kes hatin girtin. 

Rejîma AKP’ê, her ku hilbijartinên xwecihî nêz dibin li dijî gelê Kurd ku nekarî wan radest bigire operasyonên qirkirina siyasî pêk tîne. 

Di dorhêla lêpirsîneke ku serdozgeriya Amedê dimeşîne de di derbarê 93 kesan biryara destgîrkirinê hatibû dayîn. Piştî wê li Amed Colemêrg û Xarpêtê operasyonên qirkirina siyasî pêk hatin. Operasyona ku bi piştgiriya firoke û bi tevlîbûna tîmên taybet pêk hatî, bi giranî li navçeyên Amedê yên Bajarê Nû, Rezan, Peyas, Sûr, Pîran, Erxenî, Çermûg, Şangûş, Lîce, Hênê, Hezro, Karaz hat meşandin û 7 muxtarên gund jî di nav de 74 kes hatin destgîrkirin. 19 kesên ku di derbarê wan de biryara girtinê hatî dîtin li mala xwe nebûn. Ji 74 kesên ku sewkê Edliyeyê hatî kirin 38 hatin girtin û 36 kes jî bi şertê kontrola Edlî kê wê nekaribin derkevin derveyî welat, hatin berdan.