7 sal ceza li Gumuş û Canan hate birîn

7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan serokê berê yê Baroya Amedê Fethî Gumuş û parlementerê berê yê HDP’ê Esat Canan.

Bi hinceta ku çûne avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û tevlî civîn û kongreyan bûne doz li serokê berê yê Baroya Amedê Fethî Gumuş û parlementerê berê yê HDP’ê Esat Canan hatibû vekirin. Rûniştina doza ku bi hinceta ‘Endamên rêxistinê ne’ li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hate kirin.

Bi îddîaya ku ‘endamê rêxistinê ye’ 7 sal û 6 meh ceza li Gumuş hate birîn.

Piştî rûniştina Gumuş, rûniştina parlementerê berê yê HDP’ê Esat Canan hate kirin. Heyeta dadgehê bi îddîaya ku ‘endamê rêxistinê ye’ 7 sal û 6 meh ceza li Canan birî.