6 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Yilmaz hate birîn
Ji ber nûçeyên ku çêkiriye, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Îdrîs Yilmaz hate birîn.
Ji ber nûçeyên ku çêkiriye, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Îdrîs Yilmaz hate birîn.
Rojnameger Îdrîs Yilmaz ji ber nûçeyên ku çêkiribû bi îddîaya ‘endamê rêxistinê ye’ doz lê hatibû vekirin. Rûniştina duyemîn a dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Wanê hate kirin.
Yilmaz ji Girtîgeha Xarpêtê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû.
Yilmaz parastina xwe ya rûniştina berê dubare kir û parêzeran jî xwestin bila şahid dîsa werin guhdarkirin û ji bo parastinê bila demê bidin wan.
Heyeta dadgehê hemû daxwaz red kir û bi îddîaya ‘endamê rêxistinê’ 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Îdrîs Yilmaz birî.