6 sal cezayê girtîgehê li endamê MEBYA-DER’ê hate birîn
6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li endamê MEBYA-DER’ê Mehmet Hafiz Şik hate birîn.
6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li endamê MEBYA-DER’ê Mehmet Hafiz Şik hate birîn.
Rûniştina doza derbarê endamê MEBYA-DER’ê Mehmet Hafiz Şik li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 5’emîn hate kirin. Neval Tamam Polat a ku parêzera Şik bû, tevlî dozê bû.
Dozger xwest Şik bi sûcdariya ‘endamê rêxistinê ye’ were cezakirin.
Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Mehmet Hafiz Şik birî.