6 partiyên başûr daxwaza dubarekirina hilbijartinê kirin
Li Başûrê Kurdistanê 6 partiyên siyasî nerazîbûn nîşanî encamên hilbijartina giştî ya Iraqê dan û daxwaza dubarekirina hilbijartinê kirin.
Li Başûrê Kurdistanê 6 partiyên siyasî nerazîbûn nîşanî encamên hilbijartina giştî ya Iraqê dan û daxwaza dubarekirina hilbijartinê kirin.
Serokê Tevgera Goran Omer Seyîd Alî, Serokê Komîsyona Demokrasî û Edaletê Dr. Berhem Salih, Serokê Yekgirtû Salahaddîn Bahaeddîn, Serokê Komela Elî Bapîr, Serokê Partiya Komunîst Kawe Mehamûd û Serokê Bizutnewe Îrfan Ebdulazzî îro li ji bo encamên hilbijartina Parlementoya Iraqê li avahiya Yekgirtû ya li Hewlêrê li hev civiyan.
Piştî civînêSelahaddîn Bahaeddîn, li ser navê 6 partiyan daxuyaniyeke ku ji 6 bendan pêk tê eşkere kir.
“-Ji ber zeft kirina îradeya gelê Kurdistanê û dizîna dengan, encamên hatine eşkerekirin û giştî red dikin.
-Daxwaza dubarekirina hilbijartinê li Herêma Kurdistan, Kerkûk û tevahî herêmên bi nakok di demek herî zû de û di bin çavdêriya navnetewî de bê kirin.
-Armanca rasteqîn a aliyên tevlî civînê bûne, parastin dengên gelê me ji bo cihên raste.
-Ji bo armanca li serê hatiye diyarkirin, emê serî li hemû rêyên siyasî, yasayî medenî yên dûrê tundutûjiyê bidin.
-Di nava van her şeş aliyan de wê ji bo lêkolînkirina dengên hatine dizîn bên eşkerekirin lijneyekê çêkin. Em amadene ku parastina mafê dengdanê yê gelê xwe bikin û derî ji bo hemû aliyên din ên siyasî vekiriye.
-Em ji Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê daxwaz dikin, demek pêş a din guhdarî daxwazên me bike.”