59 kes 3 roj in destgîrkirî ne

59 kesên ku li Amedê di operasyona qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin, 3 roj in li emniyetê têne hiştin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta parvekirinê li medya dîjîtal, bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" biryara destgîrkirina 88 kesî da.

Polîsan di vê çarçoveyê de li Amedê di 13'ê Tebaxê de avêtin ser 104 navnîşanan, nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer û rojnamevan Kadîr Bayram jî di nav de 59 kes destgîr kirin.

Ji ber biryara nepenîtiyê, parêzer nikarin dosya lêpirsînê bi dest bixin. Piştî ku astengî hate rakirin, parêzer çûn Midûriyeta Emniyetê ya Amedê û muwekîlên xwe dîtin.

59 kesên ku 3 roj in li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê têne girtin, tê payin ku sibe bibin edliyeyê.

Ji kesên destgîrkirî navê 56 kesan wiha ye:

Nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer, rojnamevan Kadîr Bayram, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Ferhat Azan, Mazlûm Gok, Gulîstan Yilmaz, Umît Akbiyik, Çetîn Temel, Rojîn Varhan, Serhat Sonmez, Kadrî Şîmşek û endamê SES'ê Aytaç Eles, Sohbet Yildiz, Dîcle Ayaz, Mûstafa Kûrt, Osman Karaaslan, Baver Onerari, Umît Akpinar, Mehmet Alî Tekmîr, Mehmet Noyan, Ozlem Oncel, Zîlan Dag, Mehmet Emîn Fîrak, Mehmet Emîn Gurcu, Abdûllah Çapraz, Haci Tahîr Faziloglû, Zemîrhan Yilmaz, Mehmet Kûrt, Osman Karaaslan, Yûsûf Ateş, Mazlûm Çîçek, Metîn Şengul, Yakûp Malçok, Mûstafa Kolakan, Mehmet Atik, Mehmet Selam Balta, Îsa Ûzûnboy, Nadîr Karakoç, Erkan Eren, Eyup Orak, Kerem Çetîn, Suleyman Varlû, Mazlûm Kardaş, Suleyman Bayram, Şîrîn Aslan, Mûhammed Bozkir, Sedat Aydin, Berat Otûrmak, Kemal Guneş, Serhat Ataş, Firat Ulûişik, Ahmet Aladag, Rehber Demîr, Mehmet Aydin, Cahît Îganlî, Umût Tûrsûn, Diyar Orak."