5 meh cezayê girtîgehê li Parlamentera berê ya HDP'ê Demîrel hate birîn

Parlamentera berê ya HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel ku rûniştina wê li 14'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê hat dîtin, bi hinceta dewleta Tirk "biçûk xistiye” 5 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Rûniştina biryarê ya der barê siyasetmedara Kurd Çaglar Demîrel de li 14'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat dîtin. Demîrel beşdarî rûniştinê nebû parêzerê wê Serdar Çelebî amade bû.

Dozgeriyê bi hinceta axaftina Demîrel a di 5'ê Mijdara 2016'an de kiribû cezayê girtîgehê xwest.

Parêzer Serdar Çelebî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di heman mijarê de derbarê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û 13 HDP’iyan de dayî bi bîr xist û xwest ev biryar di dosyayê de cih bigire. 

Çelebî, diyar kir ku dadgerê ku di vê dozê de beriya niha biryara daraza hêsan dabû dîsa li vê dozê dinêre. 

Çelebî, xwest dadger ji dozê bê vekişîn û bal kişand ku axaftinên muwekîla wê di çarçoveya azadiya raman de ye û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir. 

Dadger, daxwaza Çelebî qebûl nekir û 5 meh cezayê girtîgehê li Demîrel birî. Dadger ceza taloq nekir.