5 Kurd li Şîno û Sine hatin destgîrkirin

Li bajarên Şîno û Sine yên Rojhilatê Kurdistanê 5 Kurd ji aliyê îstîxbarata rejîma Îranê ve hatin destgîrkirin.

Li gorî malpera Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN), roja Çarşemê (16'ê Çileyê), bi dehan endamên Îtilia’ata Îranê bi dorpêçkirina gundê dîrokî yê Nigil li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, êrîş birin ser mala du çalakgerên sivîl ên bi navê Awat Kerîmî û Serokê Meclîsa Gund Idrîs Mihemedî. Kerîmî û Mihemedî hatin destgîrkirin û birin cihekî nediyar. Her du çalakgerên navborî salên derbasbûyî beşdarî kampaniyayên temirandina agir û komkirina zibaleyên hawirdora gundê xwe bibûn.

Her wiha roja Pêncşemê (17'ê Çileyê), ajanên îstixbarata Îranê li bajarê Şîno, du hemwelatiyên Kurd bi navê Osman Hesenî û Hesen Mûsewî destgîr kirin. Di heman rojê de welatiyekî din ê Kurd ji gundê Caşîran ê Şinoyê ji aliyê hêzên rejîma Îranê hate girtin.

Hêjayê gotinê ye, di sê mehên borî de pêvajoyekî nû ya vexwendin û destgîrkirina welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye. Li gor hejmarên KHRN'ê, di van sê mehan de zêdeyî 100 welatiyên Kurd ji hêla Îtilia’ata Sipah û Îdareya Îtilia’atê li bajarên cuda hatine girtin.