4’ê Nîsanê û salvegera PJAK’ê li çiyayên Kurdistanê hat pîrozkirin

Gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 4’ê Nîsanê û 18. salvegera damezrandina PJAK’ê pîrozbhiyek lidarxistin. Gerîlayan bi wesîleya vê rojê soza azadkirina fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dubare kirin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li çiyayên Kurdistanê 73. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 18. salvegera damezrandina PJAK’ê bi merasîmeke bi heybet pîroz kir.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpêkir. Cihê merasîmê bi berhem û xiluqkariya gerîlayan ve hatibû xemilandin. Di destpêka merasîmê de şitilên daran hatin çandan û her yek ji gerîlayan hestên xwe yên ji bo wê rojê anî ziman û soza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bihêzkirina xebatên PJAK’ê dubare kirin.

Piştî çandina şitlên daran Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn têkildarên girîngiya rojê axaftinek kir û got, “4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ye, di heman demê de di vê rojê de PJAK li Rojhilatê Kurdistanê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Rojavayê Kurdistanê hatin damezrandin. Bi vê boneyê em 4’ê Nîsanê di serî de li Rêber Apo, şehîdên rêya azadiyê, dayikên şehîdan, dayikên aştiyê, gelên Îranê û gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, hevalan û berxwedêrên li zindanan, dostên Kurdan û hemû kadro û alîgirên PJAK’ê pîroz dikin. Ev roje, roja vejîna gelê Kurdê azad û mirovatiyê ye. Rêber Apo di parêznameyên xwe de dibêje ku PJAK li ser çiyayên Zagros û Torosê dikare bibe sembola azadî û aştî ji bo gelên vê erdnîgariyê. Ji bo wê jî PJAK îro di vê çarçoveyê de têkoşîna xwe xurt dike.”

Vejîn di dewama axaftinên xwe de bal kişande ser vê yekê ku her partiyê ku fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo xwe bingeh digire, bêguman serketinê misoger dike. Xebatên PJAK’ê ji Maku heta bi Loristanê, di nava girtîgehan de bi pêşengiya heval Şîrîn Elemhûlî û hevalên wê ku îro di şexsê heval Zeyneb Celaliyan de didome, vîn û hêzeke nû da gelê Kurd û gelên azadîxwaz.”

Zîlan Vejîn di dawiya axaftina xwe de têkoşîna gel û gerîlayan a sala 2022’an bibîr anî û soza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê dubare kir û careke din 4’ê Nîsanê li gel û gerîla pîroz kir.

Pîrozbahî bi şano, koroyan û komên dîlanê yên gerîlayan amadekiribûn dewam kir ku her yek ji wan berheman xwedî peyameke binirx ji bo vê rojê bû. Piştre gerîlayan bi gerandina govendê reng dan pîrozbahiyê.