'4'ê Nîsanê roja vejîna gelê Kurd e'

Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd tê wateya rojbûna nû û vejînê.

Gerîlaya YJA Starê Nûjiyan Têkoşîn û gerîlayê HPG'ê Cuma Zagros hest û ramanên xwe yên têkildarî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re vegotin. Nûjiyan Têkoşîn di destpêka axaftina xwe de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, "Roja îro li hemû hevrêyan, gelê Kurd, hemû gelên bindest û hemû jinên cîhanê pîroz be, ji ber ku rojbûna Rêberê me rojbûna me hemûyan e."

Gerîlaya YJA Starê Nûjiyan Têkoşîn diyar kir ku bi rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, ji bo gelê Kurd pêvajoyeke nû dest pê kiriye û wiha dewam kir: “Rêber Apo hêza ku ji me hatibû dizîn dubare da me. Tecrîda ku niha li ser Rêber Apo tê meşandin li ser me hemûyan tê meşandin, lewma bila kes xwe ji vê rastiyê qut neke. Lewma azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e. Em niha berhemên keda Rêber Apo dibînin. Em şahid in ku çirûska ku bi damezrandina PKK’ê hat pêxistin her roja ku diçe geştir dibe û mezin dibe.”

JIN BI AZADIYA RÊBER APO RE AZAD DIBIN

Gerîlaya YJA Starê Nûjiyan Têkoşîn da xuyakirin ku divê her kes nirxên ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hatine afirandin biparêzin û li ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan jî wiha got, “Jin ancax bi azadiya Rêber Apo re dikare azad bibe û eger jin azad nebe civak jî azad nabe."

Gerîlaya YJA Starê Nûjiyan Têkoşîn anî ziman ku ew dixwazin bi pêngava "Bi Jin, jiyan, azadî re ber bi şoreşa jinê" ya ku ji aliyê KJK'ê ve hatiye destpêkirin, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd pêk bînin û wiha dewam kir: "Ji xwe armanca her pêngavek me û şerê ku em dimeşînin ev e. Dijmin bi tecrîda ku li Îmraliyê li ser Rêber Apo dimeşîne dixwaze me hemûyan biqedîne. Lê ji ber ku em jin xwe weke parçeyek ji Rêbertiya xwe dibînin, di rojeke bi vî rengî de em xwe zêdetir nêzî Rêbertiyê hîs dikin. Ji ber vê yekê di rojeke bi vî rengî de hestê me ya têkoşîn, tolhildan û şer hîn zêdetir dibe."

RUHEKÎ NÛ DA GELÊ KURD

Gerîlayê HPG'ê Cuma Zagros diyar kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd tê wateya rojbûna nû û vejînê. Cuma Zagros bi bîr xist ku gelê Kurd beriya rojbûna Rêberê Gelê Kurd rastî her cure qirkirin û komkujiyan hat û got, “Rêber Apo bi zayîna xwe re gelê Kurd ji nû ve zindî kir û ruhekî nû da. Weke endamên vî gelî me jî ev ruh ji Rêbertiya xwe girt, ji bo me cihê rûmet û bextewariyê ye.”

Gerîlayê HPG'ê Cuma Zagros, destnîşan kir ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bingeah dirûşma "Jin, jiyan, azadî" ava kiriye û ruh daye serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û wiha dewam kir: "Ji ber ku Rêber Apo diyar kir ku civak ancax bi azadiya jinê re dikare azad bibe. Fikr û felsefeya Rêber Apo ne tenê ji bo jinên Kurd, di heman demê de ji bo hemû jinên cîhanê bû îlham. Niha gelek zanyar û rewşenbîr eleqeyeke mezin nîşanî fikrên Rêbertî didin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin pêwîstiya me bi tevlîbûnek pir xurt heye. Em di wê baweriyê de ne ku bi berxwedan û têkoşîna xwe em dikarin faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin.”