4’ê Nîsanê li Raperîn hat pîrozkirin

Roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Raperîn a Başûrê Kurdistanê bi tevlêbûna gelek welatiyan hat pîrozkirin.

Li qada Batweqalî ya îdareya Raperîn bi dirûşmeya, ‘Dam dema azadiyê ye’ rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevlîbûna gelek kesên ji navendên cuda ve hatibûn hate pîrozkirin. Her wiha welatiyan şitlên daran çandin.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan merasîm destpêkir û nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya têkildarî jiyana wî hate xwendin.

Piştre Encadama Tevgera Azadî ya Komelgeya Kurdistanê (Tevgera Azadî) Sara Reza axivî û got: “4’ê Nîsanê, tenê ji dayîkbûnek nîne, belku ji bo gelê Kurd hatina Rêberekê ye ku ji bo gelê Kurd weke nan û avê pêwîst bû.”

Piştre li ser navê Komîteya Azadî ji Ocalan re Şoreş Xidir axivî û got: “Ji dayikbûna Rêber Ocalan û 50 saliya têkoşîna azadiyê ji bo gelê Kurd bûye werçerxek nû û paradîgmaya azadiyê. Wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşîn berdewam bike. Jiyan û tendirûstiya Rêber Ocalan ji bo me xeta sor e. Em ê rê nedin ti plan biser bikevin. Emê bi dirûşmeya ‘Dem dema azadiya Rêber Apo’ ye têkoşîn û berxwedanê berdewam bikin.”

Di şahiyê de hunermend Berhem Şemamî, Lane Bozan û Koma Zarokan Hîwayî Estêrekan berhemên xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.