4’ê Nîsanê li Şengalê hate pîrozkirin

Bi tevlîbûna sedan kesî li Çiyayê Şengalê 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê hate pîrozkirin.

Bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li baxçeyê Serok Apo yê dikeve Geliyê Kersê yê Çiyayê Şengalê 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan saet 13:00’an bi çalakiyekê hate pîrozkirin.

Qada şahiyê bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên kesk û sor zer hatibû xemilandin. Her wiha şêniyan jî bi cil û bergên xwe yên resan ve di pîrozbahiyê de cih girtin.

Şahiyê bi deqeyekî rêzdarî ji bo şehîdan destpê kir. Piştre jî berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Sebîha Seberî axivî.

Sebîha Sebrî 4’ê Nîsanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan û hemû mirovahiyê pîroz kir û got: “Rojbûna Rêber Apo ji bo me rojbûna rojekî nû û azad li ser rûyê dinyayê ye. Rêber Apo ji bo me rizgaarî ye. Şervanên Rêber Apo em ji fermanê rizgarkirin û rojekî nu ji me re anîn. Bi taybet jî weke jinên Êzidî me fêrî azadiyê û tekoşînê bûn.”

Sebîha Sebrî bal kişand li ser dîwarê ku hikumeta Iraqê di navbera Şengal û rojavayê Kurdistanê de çêdike kir û wiha pêde çû: “Ev dîwar fermanekî dine li ser civaka me. Em tu car qebûl nakin. Bila her kesî jî bizane ku civaka ku fikir û ramana Rêber Apo naskirye tu car gav paşde navêje û serî jî natewîne. Em dubara rojbûna Rêber Apo li hemû mirovan pîroz dikin.”

Piştre bername dom kir. Şervanên YJŞ û YBŞ’ê ve koma Şehîd Hecî derketin ser dikê û govend gerandin. Her wiha koma şehîd Amargî jî stranan pêşkêşkirin.


         


        

Di dewama pîrozbahiyê de jina ciwan a bi navê daliya derket ser dikê û tevlîbûna xwe ya nava refên YJŞ’ê ragihand.

Her wiha Edama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Zînê Hisên ji ANF’ê re axivî û got: “Heya ku Rêber Apo ji zindanê rizgar nebe, em tu car tekoşîna xwe narewstînin. Weke jinên Şengal û ciwanên Şengalê erka ku dikeva ser milên me em ê bikin.”

Şahî bi gerandina govend û qîrkirina dirûşmên ‘Bê serok jiyan nabe’ bi dawî bû.