‘4’ê Nîsan a rojbûna Rêber Apo û damezrandina PJAK’ê bi hêviya pêkhatina jiyana azad e’

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya roja 4’ê Nîsanê, roja ji dayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da.

PJAK’ê bi boneya 4’ê Nîsanê roja ji dayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da.

PJAK’ê salroja damezrandina partiya xwe û rojbûna Rêber Apo ya di 4’ê Nîsanê de li gelê xwe yê bi rûmet, gelê xwe yên li Rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî malbatên şehîdan, girtiyên siyasî, kadroyan, xebatkar û welatparêzan pîroz kirin.

PJAK di destpêka daxuyaniya xwe de bibîr dixe ku 17 sal li ser damezrandina partiya wan ango PJAK’ê re derbas dibe. Her wiha dibêje ku ev dîroka bihorî ji qehremanî û lehengiya şehîdan û cangorîtiya hêzên gerîla ya xwe dispêre gel tije ye. Salvegera damezrandina PJAK’ê wek zayîneke nû ya gel li hemû azadîxwazan û malbatên şehîdan pîroz dike.

PJAK di daxuyaniya xwe de wiha behsa damezrandina xwe dike: “Damezrandina PJAK’ê di bingeh de bersivek bû ji ked û xwedîderketina li êşên ku gelê me di rêya gihîştina azadiya xwe kişandî ye. Hêviya gelê me ku gihîştina azadiyê ye, ji destpêka damezrandina partiyê, di avêtina hîmê stratejî û bernameyên têkoşîna hêzên me yên fedayî bingeh hatiye girtin. Xwedîkirina wê hêviyê ji aliyê PJAK’ê ve û weguhertina wê ya bi 'Hêvî' wek heqîqeta herî mezin û xweşik, bûye yekane perspektîfa partiya me. Bê guman mîmar û pêşengê rasteqîn ê avakerê hêviyê, Rêber Apo ye ku di vê rêyî de zehmetî û êşên pir mezin kişandiye. Di vê pêvajoya têkoşîna rasteqîn de bersiva herî cidî ji bo hêviya rasteqîn a gelê Kurd û gelên bindest bûye ku hevcedarê ramanek qawîm û bi heybet bûye. Rêber Apo stûnên wê ramana diyar li ser bingehê pêwîstiya mirovahiyê ya herî mezin ku demokrasî ye avakiriye.

Destpêka rêya şoreşa her partiyekê ji rêya “Partîbûyînê” û avakirina kesayetiya wê re derbas dibe da ku bikare layîqê fedakariyên bê dawî yên gelê Kurd bibe. Ew yek bêyî bi destxistina hêza têgihîştinê ya demokrasiya xwe dispêre tevlîbûna demokratîk a gel, ne pêkan bû. Sala 2004’an dema ku PJAK hat damezrandin, demek bû ku Rêber Apo jî paradîgmaya nû ya civaka demokratîk û ekolojîk ya xwe dispêre azadiya jin pêşkêşkiribû. Hemwextbûna wan her du bûyerên binirx, bû sedemê vekirina rêya têkoşînê ya pêşberî PJAK’ê. Damezrandina partiya me ku hemwext bû li gel îlana qonaxa nû ya têkoşîna partîbûyîn û rêxistinîbûyînê ya ji aliyê Rêber Apo ku ruhek nû û henaseyek taze da bedena şoreşa nû ya gelê Kurd û Rojhilata Navîn.”

Di daxuyaniya PJAK’ê de behsa 17 sal têkoşîna wê hatiye kirin û hatiye gotin: “Di 17 salên têkoşînê ya bi xeter de, PJAK li Rojhilata Kurdistanê û Iranê mohra xwe li meydana têkoşînê xist û bi îdîaya rastîn a pêşengtiyê ve hîn jî bi ruhê destana Qendîl û şehîdan bi israr li ser rêya xwe ya têkoşînê ye. Bi binghgirtina dirûşmeya Kongreya xwe ya 6'emîn wate 'Bi avakirina neteweya demokratîk ber bi yekîtiya demokratîk a gelên Iranê ve' stratejiya şerê gelê şoreşgerî ya girêdayî tevlîbûna demokratîk a gelan û yekîtiya bihêz ya di rasteya serfiraziyê temam kiriye. Bê guman hewcedariya herî lezgîn a civakên îroyî yê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêkanîna neteweya demokratîk ya di bedena pergala konfederalîzma demokratîk de bi qebûlkirina aştiya herî bi rûmet a Ronesansa Rojhilata Navîn e. Iran ji her welatekî din ê herêmê lezgîntir û bêtir hewceyî vê guhertina bedew û ronesansek xweşbext e.”

Daxuyaniya PJAK’ê wiha bi dawî dibe: “ Wek PJAK’ê em salroja damezrandina partiya xwe û rojbûna Rêber Apo ya di 4’ê Nîsanê de li gelê me yê bi rûmet, gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî malbatên şehîdan, girtiyên siyasî, kadroyan, xebatkar û welatparêzan pîroz dikin. Hemû dostên partiya me, azadîxwaz û demokrasîxwazan yên ciwan, jin, karker û rewşenbîr vedixwînin ku di saya hemwestiya xweşbext a 4’ê Nîsanê, salroja rojbûna Rêber Apo û damezrandina PJAK’ê bi hêviya pêkhatina jiyana azad de hewldanên xwe yên ji bo domandina bihêztirîn têkoşîna demokratîk û azadîxwaz raber bikin û li hemberî dijminê faşîst, her tim li qadên kirdeyî de amade bibin. Berfirehkirina pêngava “Na ji îdamê re, erê ji demokrasiyê re” li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di qonaxek çarenûssaz a nihayî de erkê hemûyan e ku di demokratîzekirina Îranê de xwedî rol e. Di dawiyê de tevî carek din pîrozbahiyê û pesindayîna serkeftinan û derbaskirina kêmasiyan, em soz didin ku bi pêkanîna netewa demokratîk ya bi pêşengtiya jinan û xwe spartina bîrdoziya azadiya jin ranewestîn û heya gihîştina armancên şehîdên rêya azadiya Kurdistanê bi israr hewldan bikin.”