34 kesayetên Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkirinê şermezar kirin

Li Başûrê Kurdistanê 34 kasayetên di nav de nivîskar, rojnamevan û akademîsyen jî hene bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkirinê yên Tirkiyeyê şermezar kirin.

Li Başûrê Kurdistanê 34 kasayetên di nav de nivîskar, rojnamevan û akademîsyen jî hene, li dijî êrîşên dagirkirinê yên Tirkiyeyê yên li ser herêmê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatingotin: “Ev çend roj in artêşa Tirk li çend herêmên Behdînan carekedin dest bi operasyona leşkerî ya li dijî hêzên PKK’ê kirine û destdirêjî kiriye ser çend herêman. Dibe planek mezin û metirsîdar li pişt vê sînorderbaskirinê û êrişê hebe. Ev operasyona Tirkiyeyê ji derveyî binpêkirina serweriya xaka Kurdistan û Iraqê, bê nirxkirina yasayên navneteweyî ye. Di heman demê de, tê gumankirn operasyon berfirehtir bibe û bername û encamên li pişt vê êrîşê dirêjtir bibe. Em weke hejmarek kesayat, nivîskar, rojnameger û akademîsyenên Kurdistanê, şermezarkirin û nerazîbûna xwe ya li dijî vê êrîş û destwerdana dagirkeriya Tirkiyeyê tînin ziman, di heman demê de, hêvîdarin ku xelkê Kurdistanê bi giştî û aliyên siyasî hest bi metirsiya pişt van gavên artêşa Tirk a dagirker bikin û helwest, hevgotariya nîştimanî û neteweyî hebin. Her weke mafê me ye, pirs ji serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar û Wezareta Pêşmerge bikin û bizanin çi sedemek ji bo destwerdanê heye û ji bo çi hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha di asta vê destwerdanê de bêdeng e.

Li gorî me, êrîşên leşkerî û bikaranîna çekan a ji bo vemirandina tevgera neteweyî ya li Bakurê Kurdistanê wê tu li rastiya sitem û mafxwaziya gelê Kurd nede guhertin ku niha di rewşek dijwar çewisandinê de ye. Weke tê gotin înkarkirina heqîqetê, tu ji heqîqetê nade guhertin. Li gorî me wê ji derveyî rêya demokrasî, danûstandin û diyalog, ji bo aştiyê û çareseriya bingehîn tu rêyên din nîne.”

Navên di daxuyaniyê de wiha ne: “Parlamentera Berê ya Iraqê Ala Talebanî, Wezîrê Berê yê Herêma Kurdistanê Xalid Doskî, Parlamenterê berê Mamosta Çeto Hewêzî, Cîgirê Serokê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê û Parlamenterê Berê Kerîm Behrî Biradostî, Parlamenterê Berê yê Herêma Kurdistanê Qadir Caf, Nivîskar û Rojnameger Sertîp Cewher, Wezîrê berê yê Şaredariyê Fatih Ebdullah Ebas, Şêx Fazil Hîranî, Kadroyê Pêşkeftî Awêzan Nadir, Nivîskar, Rojnameger û Parlamenterê berê yê Iraqê Şiwan Dawidî ,Nivîskar Şadmen Mela Hesen, Edîtorê Awêne Serdar Mihemed, Edîtorê Şarpress Kemal Reuf, Mamostayaê Zanîngehê Dr. Mexdîd Sepan, Mamostayê Zanîngehê Dr. Serbest Nebî, Nivîskar û Siyasetmedar Mesûd Abdulxaliq,Nivîskar Şîlan Xelal Beg Dergeleyî, Nivîskar Azad Wertî, Nivîskar û Rojnameger Sedîq Hesen, Mekî Amêdî, Kadroyê pêşkeftî Ladê Hesen, Nivîskar Birzo Îsmaîl, Kadroyê pêşkeftî Sîrwan Hebîb, Nivîskar Abdulqadir Şerîf, Mamostayê Zanîngehê Dr. Ebas Mistefa, Nivîskar Elar Bazyanî, Mamostayê Zanîngehê Dr. Haşim Zêbarî, Berzan Hewramî, Bextiyar Mehmûd, Elî Oremarî, Hewrê Şakir, Elend Bekir hakim Semed Mihemed, Ronakbîr Muhsin Osman û Nivîskar Salar Bazyanî.“