'31'ê Adarê em ê dawî li hişmendiya dagirker bînin'

Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Pasûrê Ay û Emîn diyar kirin, wê 31'ê Adarê qeyûman bişînin û bi projeyên xwe pirsgirêkên ji ber qeyûman rû dane ji holê rakin û xizmetê ji gel re bikin.

Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Pasûrê Fatma Ay û Mehmet Emîn Ay, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên xwecihî zêde kirin û ji niha ve mal bi mal, tax bi tax digerin. Namzet diyar dikin ku 31'ê Adarê bibe roja rûxandina rejîma qeyûman.

FATMA AY KÎ YE? 
 
Fatma Ay sala 1984'an de li gundê Hewrê yê navçeya Pasûrê ya Amedê hat dinê. Dibistana seretayî li Hewrê, dibistana navîn û amadeyî li Amedê xwend û piştre jî li Zanîngeha Dîcleyê ji beşa Aborî mezûn bû. Li Pasûrê 5 salan karê dirûtinê kir û 7 sal an jî karê tûrîzmê kir. Herî dawî di Kooperatîfa Jinan a Baglarê de cih girt. Ay dayika qîzekê ye.

'WÊ JI SINDOQAN HÊRSA GEL DERKEVE'

Namzet Fatma Ay da zanîn ku ji bo şaredariyê îdiaya wan mezin e û bal kişand ser nerazîbûna ji qeyûman. Ay destnîşan kir, wê ji sindoqan hêrsa gel derkeve û wiha axivî: "Rêveberiyên ku gel wan hilnebijartine ne rêveberî ne. Tu carî rêveberiyeke şefaf çênebûye. Em ê careke din bi awayekî xurt xwedî li emaneta gelê xwe derkevin. Bêyî cihêkarî hebe wê her beşên civakê di dema biryardayînê de xwedî mafê gotinê bin û wê gel bi xwe şaredariyê bi rê ve bibe. Qeyûm dema dest danîn ser şaredariyan, karê ku destpêkê kirin girtina saziyên jinan bû. Bi vî awayî xwestin jinan û civakê bitirsînin. Bi vî awayî derket holê ku polîtîka û feraseta qeyûman, perçeyeke feraseta mêr e."

JI BO JINAN DERFETÊN KAR

Ay bilêv kir ku wê li Pasûrê projeyên hilberînê amade bikin û got: "Karê destpêkê wê hemû saziyên jinan ê hatine girtin bên vekirin û derfetên kar ji bo jinan bên afirandin. Ji bo ciwanên me neçin bajarên Tirkiyeyê ji bo kar, em ê li navçeyê kooperatîfbûnê biafirînin. Bi vê projeyê re em ê li navçeya xwe derfetên kar derxînin holê. Ji xwe mirovekî li navçeya xwe kar peyda bike, wê dest ji vê xaka bedew bernede û bi cihekî din ve neçe ji bo kar."

MEHMET EMÎN AY KÎ YE?

Mehmet Emîn Ay sala 1970'î li gundê Xerzika yê navçeya Pasûrê ya Amedê hatiye dinê. Li gundê Xerzika dibistana seretayî, navîn û amedeyî li Mûşê xwend. Ay li Xerzika li gel melayê gund jî perwerdehiya Qûranê dîtiye û her wiha li Medreseyê jî perwerdehiya xwe domandiye. Herî dawî bi awayekî fermî melatiya gund jî kiriye. Ay di sala 2009’an de di operasyonên dibin navê KCK’ê de hate girtin û di sala 2015’an de jî hate berdan. Ay zewicî ye û bavê 7 zarokan e.

'MAFÊ HILBIJARTINÊ HATE XESPKIRIN' 
 
Namzet Mehmet Emîn Ay jî destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman re mafê hilbijartinê yê gel hatiye xespkirin û ev yek weke darbeya li hemberî demokrasiyê bi nav kir. Ay anî ziman ku gel vê yekê qebûl nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wexta em rû bi rû bi welatiyan re hevdîtinê çêdikin, mirov daxwazên xwe û pirsgirêkên xwe dibêjin. Em jî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan perpektîf û projeyan amade dikin. Em tim bi berpirsiyariya ku em ê van daxwazan bi cih bînin an na tevdigerin, lê belê li cem qeyûma tiştekî bi vî rengî tune ye. Bi awayekî kêfî tevdigerin. Wê 31'ê Adarê bibe roja dawîlênanîna hişmendiya dagirker û wê wê rojê dîwarên di navbera gel û şaredariyê de ji holê bên rakirin."

PROJEYÊN GIRÎNG 

Ay bilêv kir ku her diçe pirsgirêkên li navçeyê zêde dibin, lê belê ji bo van pirsgirêkan projeyên wan hene. Ay da xuyakirin ku li navçeyê pirsgirêkên avaniyê yên binerd û sered û gihaniyê hene û wiha axivî: “Potansiyela ciwanan û jinan a navçeyê zêde ye. Ji ber nifûsa ciwanan zêde ye, em ê hewl bidin şaredariyeke civakiyî çêbibe û çalakiyên çandeyî hebin. Em pirsgirêkan tespît dikin û ji bo çareserkirina wan projeyan amade dikin. Em ê hemû şaredariyên xwe ji bin dagirkeriyê rizgar bikin û ji bo xizmetê ji bo gel vekin."