Komkujiya çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Şengalê mîna Fermana 74'an kete dîroka gelê Kurd.
Gelek jin û zarokên ku ji hêla çeteyan ve hatin revandin piştre ji hêla hêzên YPG-YPJ'ê, YJŞ'ê ve hatin rizgarkirin û ew dane malbatên wan lê li gel vê jî aqûbeta gelek jin û zarokan hê jî ne diyar e.
Beriya bi 5 salan çeteyên DAÎŞ'ê dema ku êrîş bi ser Şengalê de birin, şervanên YPG'ê, YPJ'ê bi lez û bez mudahele kir û korîdor di navbeyna Rojava û Şengalê de vekirin. Şervanan gel li deverên ewle bi cih kirin, gerîlayên HPG-YJA Starê pêşî li qirkirineke mezin girtin.
Gelê Şengalê niha rêxistiniya xwe, parastina xwe bi cih aniye..
3'yê Tebaxa 2014'an, dema êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê û piştî wê, beşek ji hêlên ku ketine ber kameraya ANF'ê em par ve dikin..