3 rêveberên HDP’ê hatin girtin
Li Berwariyê rêveberên HDP’ê yên ku roja Newrozê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Li Berwariyê rêveberên HDP’ê yên ku roja Newrozê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Ji 6 kesên ku li navçeya Berwarî ya Sêrtê ku di operasyonên qirkirina siyasî ya 21’ê Adarê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan hatin girtin û şûnde sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Li dozgeriyê 6 kesên ku bi îdîaya “Endamên rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Hevseroka berê ya HDP’ê ya Berwariyê Gullî Dûrsûn, rêveberê berê yê HDP’ê Mûstefa Orda û personelê şaredariya bajarokê Begendîk Alî Osman bi hinceta “Endamên rêxistinê” hatin girtin.
Yên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.
Di vê navberê de di serdegirtinên malan ên li Taxa Bariş û navenda Sêrtê de jin jî di nav de gelek kes hatine binçavkirin.