3 cenazeyên şervanên YPG’ê anîn Pirsûsê
Şervanên YPG’ê Mazlum Altekîn (Botan Gever), Vedat Salar (Brûskê Reş) û Mehmet Alî Oztemel (Şervan Hadî) yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê wan anîn Pirsûsê.

Şervanên YPG’ê Vedat Salar û Mehmet Alî Oztemel yê 16’ê Çileyê 2015’an li Kobanê di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan û Mazlum Altekîn ê 14’ê Gulana 2015’an li bajaroka Sirrin a başûrê bajar jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyên wan ji aliyê malbat, nûnerên MEYADER’ê ve li seriyê sînor ê Murşîtpinarê ji rayedarên kantonê hatin wergirtin.
Cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Welatiyan bi dirûşman cenaze pêşwazîkirin û rakirin morga nexweşxaneyê. Piştî kar û barê bê kirin wê cenazeyan bişînin Saziya Tipa Edlî.
Piştî otopsiyan wê cenazeyê Alptekîn bibin Geverê, yê Salar bibin gundê Hêcek ê Pirsûsê û yê Oztemel jî bibin navçeya Wêranşar a Rihayê.