Mexmûriyan 27’ê Mijdarê bi coş pîroz kirin-NÛ BÛ

Xelkê Mexmûrê bi coşekî mezin salvegera 42’an a Partiya Kerkerên Kurdistanê li NÇHM’ê bi tevlîbûna xwendekar û mêhvanên ji derve pîroz kirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) salvegera 42’an a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi tevlîbûna xwendekar, mêhvan û gel li navenda Çand û Hunera Mexmûrê bi coşek mezin pîroz kirin.

Qada pîrozbahiyê alên PKK, HPG, YJA-STAR û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemilandin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Hevseroka Meclîsa Gel Pakîstan Bîlen axivî û sersala PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên azadî û gelê hazir pîroz kir. Bîlen anî ziman ku ew bi bawerin ku ev sal bibe sala azadiya jinê û gelên bindest û got: “Gelê Kurd bi PKK’ê xwe nas kir, xwedî li çand û dîroka xwe derket.”

Bîlen destnîşan kir ku dijminê Kurdan ji hêza PKK’ê ditirse û ji bo wê bi hovane êrîş dike ser Kurd û Kurdistanê. Bîlen anî ziman li her derê Kurd lê ne xwe bi ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerde û rêxistin dikin û got: “Em ê bi saya raman û fikrê Rêber apo serbikevin.”

Piştre jî peyamên Hizbê Şûî Kurdistan, Hizbê Goran û Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) ên bajarokê Mexmûrê yên têkildarî salvegera PKK’ê hatin dayîn. Di peyaman de salvegera PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd hatin pîrozkirin.

Di dewama pîrozbahiyê de komên muzîk, dîlan, skêç û hunermend Berbang Hilat bi coş û kelecaniyek mezin berhemên xwe pêşkêş kirin.

Di şahiyê de Hevşaredara Mexmûrê Rojîn Benek hestên xwe yên derbarê wê rojê ji ajansa me re parve kir. Benek di serî de ev roj li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, gerîlayên azadiyê, hemû gelê welatparêzê Kurd û gelê wargeha Mexmûrê pîroz kir û got: “Îro 42’emîn salvegera damezrandina PKK’ê ye, rastî jî dema mirov li dîrokê dinêre ango ji beriya 42 salan, mirov dibîne ku rojekî ewqas bi nirx û pîroz e. Ji ber ku 42 salan beriya niha gelê Kurd weke gelekî ku dihat înkarkirin hebû, lê piştî 42 salan mirov dibîne ku çiqas desketî bi ked û xwîna şehîdan û Rêbertî hatine bi destxistin. Ji bo me gelê Kurd roja serketin û mirov dikare weke roja pîrozkirina serxwebûna Kurdan jî bi nav bike.”

Dîsa li ser navê Komîteya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê Fetah Mewlûd jî axivî û got: “Destpêkê 42’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li tevahiya Kurdan pîroz dikim û hêvîdarim ku 42’emîn salveger bibe hêvana aşitî û biratiya di navbera hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê. Hêvîdarim ku di sala li pêşiya me de ew salvegera pîroz li Kurdistanekî azad û serbixwe, li her çar perçeyên Kurdistanê bi awayekî azad bê pîrozkirin. Silav li giyanê pak ê Şehîdan, serfirazî û serketin ji bo Gerîlayan, PKK û hêzê Pêşmergeyên Kurdistan û azadî ji bo Serok Apo.”

Pîrozbahî heta saetên êvarî bi gerandina govend û bi dirûşmeyên, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî Partiya Karkerên Kurdistan’ bi dawî bû.