'25'ê Mijdarê banga ji bo birêxistinkirina xweparastinê ye'

Gerîla û fermandarên YJA-STAR’ê têkildarê roja têkoşînê li dijî tundiya li jinê nêrînên xwe anîn ziman û balkişandin li ser girîngiyê zanebûn û rêxistinkirina xweparastinê.

Gerîla û fermandarên YJA-STAR’ê têkildarê roja têkoşînê li dijî tundiya li jinê nêrînên xwe anîn ziman û balkişandin li ser girîngiyê zanebûn û rêxistinkirina xweparastinê.

Ji fermandarên YJA STAR’ê Şareza Xelat di salvegera qetilkirina xwişkên Mirabel de, hemû şehîdên têkoşina azadiya jin bi bîr anî û nêrinên xwe wiha anî ser ziman:

"Bi mabesta vê rojê di serî de xwişkên Mirabel, Rosa Luxemburg, Clara Zetkin, rêheval Sara, Rojbîn Ereb û fermandara me rêheval Şevîn Bîngol û hemû jinên têkoşer û berxwedêr bi rêz bi bîr tinim. Tundiya li jinê, tundiya li tevahî civakê û mirovahiyê ye. Di her pêvajoyê de bi awayekî cuda li jinê tundî tê kirin. Berê hîn bêhtir di milê fizikî de li jinê tundî dihat kirin. Lê belê niha ew tundî hîn bêhtir bi rêbazên zirav tê kirin. Di milê îradî, fikrî, manewî, ruhî û hemû kêliyên xwe yên jiyanê de bi tundiyê ve rû bi rû dimine. Di heman demê de  êrişên ku li ser gel û civakê tê kirin êrîşê li dijî jinê jî. Ger em îro lê mezê bikin hema li her derê cihanê şer heye û herî zede êşa wan şeran dikşinîn, jin in. Li Kurdistanê û tevahî cihanê de jî êşa jinan yek in. Mirov nikare pirsgirêkên jinan ji hev du cuda binirxînin. Li Meksîkayê jî jinên 17 salî tê kuştin, li Kurdistanê jî jinên weke Ekîn Wan, Dayika Taybet cenazeyê wan li kolanan tê hiştin. 2019’an de heya meha Cotmehê 420 jin hate qetilkirin. Ew jî tenê daneyên îstatîstîkê ne. Pêwistiya jinan bi têkoşîneke hevbeş heye. Jin bi destê xwe tundiya li xwe wê rabike. Ji bilî jinan kes nikare xwedî li jinan derkeve. Têkoşîna azadiya jin dest bi pêngavên nû kirine. Tevlîbûna van pêngavan xwedî derketina nasname ye.

'DIVÊ HER JIN TEVLÎ RÊXISTINIYA XWEPARASTINÊ BIBIN'

Jineke ne perwerdekirî, jinêke nezan, jineke ne rêxistinkirî jineke bêparastin e. Berê her tiştê pêwistê jin xwe perwerde bikin, xwe birêxistin bikin. Pêwistiya jinê bi parastinê heye. Gelek alî dibe ku bibêjin pêwistiya jin çek şixulandin ango arteşbûyînê nîn e. Gelek mînakên berbiçav hene. Dema ku li Şengalê komkujî hate kirin, ne bav ne mêr kes jinê neparast. Jin bêparastin man. Ji ber vê yeke li keleka xwe perwerde kirin û xwe rêxistin kirin pêwistiya jinê xwe parastin heye. Her jineke pêwiste bizanibe çek bikar binî. Her jineke pêwistê di nava rêxistineke xwe parastinê de cîhê xwe bigre.

Li Rojava di şer de me dît ku rista YPJ ne hindik bû. Jinên li Rojavayê Kurdistan ji bo tevahî jinên cihanê bûn mînak û çavkaniya hêvîyê. Gelek kesên ku digotin ji bo jinan pêwistiya xwe parastinê nîn e, niha rexnedayinên xwe didin. Wek tevgera Apoyî û gerîlayên YJA STAR’ê erka parastina jin ji bo me wek rêgezekî ye.  Ev ji bo me erkekî sereke ye, lê belê divê tevahî jinên di civakê de xwe bi xwe biparêzin. Ev erk tenê erkê gerîla nîn e. Pêwistiya jinê zanisteke xwe parastinê heye.

Hişyarbûna bi rêya fikr û ramanê Serok Apo ve pêk tê, ne ji rêze ye. Bi milyonan jin xwe birêxistin dikin, di nav saziyan de cîh digrin ango xebat dimeşinîn lê ev têrî nake. Hêzên desthilatdar ketin vê ferqê ku bi felsefeya Serokatî jin hişyar dibin. Ji ber vê yeke êrîşên li ser jinê roj bi roj zedêtîr dibe. Jinan êdî li pêş çavên zarokên xwe de tên qetilkirin. Li Rojava rêheval Amara Rênas bi destê çeteyên faşist hate qetilkirin û cenazeya wê li kolanan hate hiştin. Pêwistê hemû jinan ev êrîşên heyî êrîşên li hemberî xwe bibîne û bi vê zanebûnê tevbigere. Çawa ku jin di dîroka xwe de rola pêşengtî lîstiye, di vê serdemê de jî erk û berpirsyartî dîsa dikeve ser milê jinan. Bi mabesta roja 25’ê Mijdarê emê cardin di şexsê şehîdên têkoşîna azadiya jin de soza xwe nû dikin û dibêjin ku emê her tim xwedî vîna jinan derkevin."

'ÊRIŞA LI DIJÎ HEVRÎN XELEF ÊRIŞA LI DIJÎ JINÊN RÊXISTINKIRÎ YE'

Ji gerîlayên YJA STAR’ê Şîlan Emgîhan wiha got:

"Roja 25’ê Mijdarê ji bo tevahî jinên cîhanê rojeke pir girîng û watedar e. Ji ber ku li her derê cihanê li hember jin êrîşên bi her awayî tên meşandin. A herî rojevîn jî di şexsê jinê de êrîşên li hember Rojava ye. Şehîd xistina Heval Hevrîn Xelef û Heval Amara dide diyar kirin ku hişmendiya desthilatdar û pergala faşist li hember rêxistinbûn û arteşbûna jinan çiqas bihêrs in. Ji aliyê hêzên desthilatdar ve ewqas êrîş birina ser jinan bêguman bêsedem nîn e. Ji ber ku jin roj bi roj xwe birêxistin dikin, ev jî ji bo pergala desthilatdar xeteriyekî avadike. Ji ber vê yeke jî her tim di destpêke de tê hedef girtin jin in. Rojava minaka vê ya herî berbiçav e. Ya ku li Rojava xwe rêxistin kiriye, xwe kiriye pergal û bûn xwedî arteş jin in. Di şexsê Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û bi hezaran şervanên azadiyê de berxwedan gihîştiyê asta herî jor. Ev berxwedanên heyî êdî li Rojava zanebûneke ava kiriye. Êrîşên heyî jî di bingeh de êrişên li hember vê zanebûnê ye. Hedef girtina heval Hevrîn û heval Amara esasê xwe de hedef kirina jinên rêxistinbûyî, jinên bizanebûn, jinên azadixwaz bûn. Ne tenê li Rojava, li her derê Kurdistanê û cihanê li hember jinê tundiyekî pir bi pergal tê pekanîn. Rêya yekanê yê ku mirov li hember van êrîşan têkoşîn bide meşandin bêguman zanebûna parastinê xwe de avakirin û rêxistin kirina parastina cewherî ye.

YJA- Star îro li her derê Kurdistanê li hember vê hişmendiya faşist têkoşîn dide meşandin.Ruxme êrîşên pir dijwar jî îradeyeke pir xurt di şexsê jinê de tê nişandan. Ev êrîşên heyî bêguman ne tenê ji aliyê dewleta Tirk ve pêk tê. Ev hişmendî hişmendiyekî hevbeş e. Hişmendiyê hevpar yê desthilatdariya zilam e. Qetilkirina dayikan, teşhir kirina cenazeyên şervanên jin, destavêtina jinên ciwan ên civakê, hemû kirinên vê pergalê ne. Bi mebesta 25’e Mijdarê pêwîstê cardin were bi bîr xistin ku rêxistin kirina parastina cewherî ji bo jinan çiqas pêwist e. Ji ber ku bersiva herî xurt bi zanebûna parastina cewherî nasname,çand û bedena xwe parastin e. Ji xwişkên Mirabel heya îro jinên ku hate qetilkirin pêwistê tola wan were rakirin. Divê were zanîn ku êrîş çiqas mezin bin, berxwedan jî wê ewqas mezintir bibe. Jinên Rojhilata Navîn û hemû jinên cihanê pêwistê bi awayekî yekbûyî, bi zanebûna parastinê xwedî hebûna xwe derkevin. Çiqas yekitî û rêxistinbûn di navbera jinan de hebin wê ewqas serkeftina şoreşa jin gengaz bibe. Serokatiya me sedsala 21. weke sedsala jin nirxand. Ev jî hêz û kelecaneke mezin dide me, em bawerîn hêz dide tevahî jinên cihanê jî. Wek gerîlayên YJA-STAR’ê bangawaziya me jî ewe ku ne tene roja 25’ê mijdarê di her kêlî de emê têkoşînê bilind bikin û sedsala 21. emê bikin sedsala serkeftinê tevahî jinan. ‘’

'TIRSA JI JINÊN RÊXISTINBÛYÎ Û AZAD'

Ji gerîlayên YJA-STAR’ê Dîcle Arya anî ziman ku pergala heyî ji jinên rêxistinkirî ditirse û  bang li tevahî jinên azadixwaz kir ku li hember tirsê wan zedêtîr xwe birêxistin bikin.

"Êrîşên li ser jinê ji qetilkirina xwişkên Mirabel heya niha berdewam dike, minaka vê ya herî berbiçav jî îro li Rojavayê Kurdistanê tê jiyankirin. Li Rojava şexsê heval Hevrîn de êrîşa tevahî jinên li Rojhilata Navîn hate kirin, ji ber ku ew nunertiya nasnameyekî dikir. Ew jinekî zanist bû,li ser meşa azadiyê bû. Fikrên Serok Apo ji xwe ra esas digirt. Ji ber vê jî pergal tehammulê wê nekir. Li hember nasnameya jina azad, rêxistinbûna jina azad tirsekî heye. Êrîşên li ser Serekanî û Girê Spî de destpêke jin hate hedef girtin. Weke ku Serokatiya me jî diyar kiriye, dijmin dema ku bixwaze civakek tine bike, ji jinên wan destpê dike. Li hember van kirinan parastina cewherî pêşxistin bêguman pir girîng e. Parastina cewherî jî tiştekî ku tenê bi çek tê avakirin nîn e. Parastina cewherî nasnameya xwe naskirin,bi her awayî xwe birêxistin kirin e. Wek gerîlayên YJA-STAR’ê jî banga me ewe ku serî de jinên ciwan û tevahî jinên azadixwaz û demokratîk parastina xwe pêşbixin û li hember pergala faşist bisekinîn."